DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji NÇM'ê ji 7 beşan bernameyên çandê

 
14 Mijdar
09:40 2015

DÎLOK (DÎHA) - NÇM'a Dîlokê serdema xebatên xwe yên nû yên ji tembûr, gîtar, şano, erbane, keman, qoruya zarokan û şanê pêk tên da destpêkirin. Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Demîr diyar kir ku wan xebatên xwe li qada bejayî jî belav kirin û bang li hemû kesî kir ku xwedî li asîmîlasyonê derbikevin kir.

Navenda Çandê ya Mezopotamya ya Dîlokê (NÇM) xebatên xwe yên çandê yên serdema nû bi 7 beşên weke tembûr, gîtar, şano, erbane, keman, koroya zarokan û şanê didomîne. Xebatkarê NÇM'ê Mehmet Demîr diyar kir ku dê di serdema nû de biçin gundan û xebatên xwe li herêmên çoltar zêde bikin. Demîr bang li Dîlokiyan kir ku xwedî li saziyê derbikevin û zarokên xwe rêbikin qursan.

NÇM çandên Dîlokê tîne cem hev

Demîr anî ziman ku Dîlok bi gelên kurd, tirk, ermen û ereb ên bi hev re lê dijîn mozaqa gelan e û çanda gelan bi sedan sale li bajar bi hev re û di nava hev de tê jiyîn. Demîr da zanîn ku bi bandora modernîteya kapîtalîst ev çand ji hev hatine cudakirin û armanca wan ew e ku çandên li bajar di bin sîvanekê de kom bikin û wiha got: "Di xebatên me de hevalên me yên erep, ermenî û tirk jî cih digirin. Xebatên me dikin bala turîstan jî dikêşe. Bernameyên me yên çand û hûnerê berdewam dikin."

Kurdî jî didin hînkirin

Demîr bilêv kir ku di çarçoveya xebatên xwe yên li bajar dimeşînin de li Semta Gazîkent a navçeya Şehîtkamîl şaxek vekirin û ligel şaxa wan nû ye jî qursê didin 50 xwendekaran. Demîr destnîşan kir ku ligel qursên çand û huerê qursa zimanê kurdî jî vekirin û wiha axivî: "Li vir perwerdehiyên me baş diçin. Dem dem bi zarokan re bav û dayîkên wan jî dikevin dersan. Ev yek hem me û hem jî şagirtên me keyfxweş dike. Ji ber ku em bêtir bi gelan re têkîliyê çêdikin."

'Li hemberî asîmîlasyonê xwedî lê derbikevin'

Demîr derbirî kir ku xebatên xwe li gundan dimeşînin û li gundan xebatên folklorê dimeşînin û bi wan re stranan dibijin û govendê digirin û wiha pê de çû: "Daxwaza me gelê me xwedî li saziya xwe derbikeve ye. Divê hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manevî de vê yekê bikin. Niha pergal li ser zarokên kurd êrîşên mezin pêk tîne. Ji bo wan asîmîle bike her tiştî dike."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN