Darfiroş û sobefiroş bi gazinc in
AMED (DÎHA) - Bi hatina nêzîk buna demsala zivistanê ve darfiroş û sobafiroş ji firaotina ne razîne. Ji ber şerê li Kurdistanê û zêde buna dogal gazê darfiroj û soba firoş ji kare xwe ne memnûnin.
Piştî demsala payîzê dest pê kir û rewşa hewayî ber bi zivistanê ve çû welatiyên rewşa wan di aliyê aborî de nebaş ji bo xwe ji sermaya zivistanê biparêzin daran kom dikin. Ligel ku her diçe gaza xwezayî zêde tê bikaranîn jî hêj gelek welatî zivistanê li malên xwe sobeyan didên û daran dişewitînin. Berê li Kurdistanê hemû malbatan sobeyên daran bikar dianîn. Lê piştî teknolojî pêşket û gaza xwezayî li tevahî bajar hat belavkirin û hat bikaranîn çanda sobe hilkirinê jî êdî ber bi tunebûnê ve diçe. Tenê welatiyên rewşa wan a aborî ya nebaş sobeyan bikartînin. Ligel vê yekê esnafên sobe çêdikirin û difirotin jî êdî nekarin vê pîşeyê bikin. Hem esnafên sobe difiroşin û hem jî welatiyên darên hişk ji bo hilkirinê difirotin di vê demê de bi gazin û gilî ne.
Welatiyê bi navê Mehmet Umut ê ku li semta Balikçilarbaşi ya navçeya Surê ya Amedê sibofiroşiyê dike diyar kir ku ligel demsala zivistanê nêz jî dibe kes sobeyan nakire. Umut anî ziman ku êdî rewşa welatiyan wekê berê xweş nîn û welatî keyfxweş nin.
'Em nikarin sobeyan bifiroşin'
Ûmut got ku gelê Amedê êdî gaza xwezayî bikartîne û ji ber vê yekê êdî tu kes sobeyan nakire. Ûmut balkişand ser şerê li Cizîrê û Farqînê wiha axivî: "Beriya şer me gelek sabo difirotin Cizîrê û Farqînê. Le niha şer li wan dera heye. Ev yek jî bandorê li ser her tiştî dike." Ûmut got ku tiştên ew difiroşin yen ji marketan erzantir in lê dîsa jî gelek diçe ji marketan kiryariyê dike.
'Ji ber şer û şewitandina dara ev çar mehe dar nayên'
Welatiyê bi navê Recep Konuksever ê ku li navçeya Rezan a Amedê daran difiroşe jî da zanîn ku ew dara ji bo firotinê ji Erzirom, Erzîngan û Îdirê tîne û wiha axivî: "Ev çar mehe ji ber şerê li Kurdîstanê tê meşandin dara ji me re nayê. Vê havîne jî gelek daristanên Kurdistan hate şewitandin."
Konuksever da zanîn ku ew torbeyê dara didin 8 TL û 10 TL. û herî zêde darên sipîndara difiroşin. Konuksever da zanîn ku ji ber gaza xwezayî karê wan gelek kêmbûye.
'Firotina dara biha dibe'
Welatiyê bi navê Muharrem Tekîn jî diyar kir ku ew darên firotinê ji aliyê Deryaya Reş tîne û wiha axivî: "Di demsala zivistanê de gelek caran rêya Derya Reş tê girtin û dar jî ji wan re naye. Ji ber ve yekê jî firotina dara biha dibe." Tekîn da zanîn ku herî zêde dibistan û gundên derdorê daran dikirin.
(esa-mr/bd)