DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Ji bo hevalek wan jî ji kar neyê derxistin li ber xwe didin

 
13 Mijdar
09:18 2015

MÊRSÎN (DÎHA) - Karkerên Şîşecamê li dijî peymana jikarderxistina 90 hevalên xwe, 9 roj in çalakiyê pêk tînin. Karker, diyar dikin ku tenê hevalekî wan jî ji kar bê dûrxistin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Li Mêrsînê karkerên di Fabrîqeyên Paşabahçe, Anadolu Cam û Trakya Camê yên girêdayî Şîşecamê de dixebitin, li dijî peymana ku 90 karkeran ji kar derxin, 9 roj in kon vedane û çalakiyê pêk tînin. Karker di çalakiyê de her ji 8 saetan carekê nobetê dewir dikin û çalakiya xwe berdewam dikin. Karker xwarina xwe ji malê tînin û kumbarayên berxwedanê danîne. Dîsa di kon de "Lênûska berxwedanê" danîne û karkerên tên li vir nobetê digirin li vê lênûskê rojane dinivîsin. Heta niha gelek saziyên sivîl ên civakî karker ziyaret kirin û piştgirî dan çalakiyê. Endam û rêveberên HDP û CHP'ê û şaredariyan karker ziyaret kirin.

Karker, kar xwarinê dixwaze

Karkerên ku di ketina fabrîqeyê de kon vedane dixwazin 90 hevalên wan ên bi peymana navbera Sendîkaya Kar a Kristalê û karsaz Şişecamê de hatiye îmzekirin, ji kar neyên avêtin. Karker, diyar dikin ku tenê hevalekî wan jî ji kar bê dûrxistin dê çalakiyên xwe berdewam bikin û xwestin hevalên wan ji kar nayên dûrxistin.

Karkeran li konê nobetê pankarta "Li Şişecamê berxwedan, kar, xwarin" vekirin. Li dijî vê yekê karsaz jî dovîza "Vîzyona şîşecamê bikar bîne û bavêje ye" nivîsand.

Berdevkê Komîteya Berxwedanê Îsmaîl Yilmaz, diyar kir ku di cîhanê de Şişecam di nava fîrmayan de di rêza 3'emîn de cih digire û fabrîqeya şîşeyan di cîhanêde fabrîqeya herî mezin e û li ser pişta karkeran mezin bûye. Yilmaz, da zanîn ku bi riya ruşvetan rê li pêşiya tazmînata karkeran digirin û li ser keda karkeran xwe mezin kirine.

Yilmaz, anî ziman ku heta hemû daxwazên wan ên vegera kar pêk bê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN