DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Encama xelatên çîrokên Şerzan Kurt diyar bû

 
12 Mijdar
18:21 2015

ÊLIH (DÎHA) - Encama xelatên çîrokan ên her sal ji bo bîranîna Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurd ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin diyar bû.

Xwendekarê Zanîngeha Muglayê Şerzan Kurt di 12'ê Gulana 2010'an de ji aliyê polîsan ve bi guleyê birîndar bû û di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo bîranîna Şerzan Kurt (21) her sal pêşbirga çîrokan tê lidarxistin. Encama pêşbirga Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bû. Dayika Şerzan Kurt Nejla Kurt û bavê wî Omur Kurt jî di bernameyê de cih girt. Di beşa çîrokên kurdî de çîroka Mahsum Ay bi "Qenepe" di beşa çîrokên tirkî de Erkan Şemîn bi "Gumgumok" xelat wergirtin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN