DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mihrîcana fîlman bi tevlîbûnek mezin dest pê kir

 
11 Mijdar
10:38 2015

WAN (DÎHA) - Li Wanê 2'emîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarê bi tevlîbûna hezaran fîlmhezan dest pê kir. Mihrîcana Fîlm, bi belgefîlma Nûjîn a mijara berxwedana Kobanê û jinên li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, dest pê kir.

Li Wanê 2'yêmîn Mîhrîcana Fîlman a Axtamarayê ku di pêşenga Navenda Çand û Hunerê ya Nûda ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD), bi tevlîbûna hezeran fîlmhezan hat destpêkirin. Mihrîcana ku bi dîrûşmeya "Em ji bo hezar rengan hene" dest pê kir, dê heta 15'ê Mijdarê berdewam bike. Mihrîcanê li salona Navenda Çand û Hunerê ya Nûda dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan, Hevşaredara Bajarê Mezîn Hatîçe Çoban, nûner û rêveberên rêxistinên HDP, BDP'ê, Malbata Şervanê YPG'ê Serdar Topçû ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û gelek fîlmhez tevlî vekirina mihrîcanê bûn.

Hevşaredara Bajarê Mezin Hatîce Çoban axavtina vekirinê kir û diyar kir ku êş û xema civaka kurd bi salan e bi hunerê hatiyê heya îro û dê berdxwedana Kobanê û rêveberiya xweser jî bi xebatên hûnerê bigihin nîfşên nû. Çoban anî ziman ku ji ber vê yekê çand û huner ji bo gelê kurd di asta herî bilind de ye û ji bo projeyên nû serkeftinê ji hunermendan de xwest.

'Em ê hunera gelê kurd li Kurdistanê belav bikin'

Pîştî axaftina Çoban rêvebera mîhrîcanê Rêzan Baytar der barê xebata mîhrîcanê de axîvî û destnîşan kir ku huner ji aliyê hişmendiya desthilatdaran ve tê astengkirin û destûr nayê dayin ku hunermend hunera xwe bigînin gel. Baytar got ku armanca mîhrîcanê ew e ku çand û hunera civaka kurd bigînin gel û bi hunerê xwe bigihinin gelê xwe ye. Baytar anî ziman ku ev 2 salin li hemû heremên Kurdistanê bernameyên wiha li dar dixin û xwe digihinin civakan.

'Em bi berxwedana kurê xwe serfîras in'

Piştî axatina Rêzan belgefîlma Nûjîn a ku mijara berxwedana Kobanê û jinên li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji desta dan, hat pêşandan û fîlm ji aliyê temaşevanan ve eleqeyek mezin dît. Kesên ku tevlî mîhrîcanê bûn di dawiya fîlmê de bi deqeyan li ser piyan li çêpikan dan.

Malbata Şervanê YPG'ê Serkan Topçû derketin ser dikê û beşdervanan slav kirin. Dayika Serdar hêstên xwe anî ziman û got u ew bi berxwedan û mirina kurê xwe serfîrazin. Derhenerê fîlma Nûjiyan Veysî Altay jî derheqê fîlmê de ev tişt got: "Care yekem e ku min belgefîlmek wiha bi kelecan û hestiyar çêkir. Di her deqeyên wê de bi hest û aramîbûn ji ber vê yekê ev fîlm ji bo min gelek giring e."

Mihrîcan bi qokteyl û konsera Koma Quartet a Anadoliyê berdewam kir. Beşderên konserê bi konserê pir kêfxweş bûn.

(fb/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN