DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Aram Tîgranê rehê çandê di temenê biçûk de kok dide

 
9 Mijdar
09:02 2015

AMED (DÎHA) - Konservatuara Aram Tîgran di bernameya perwerdehiya îsal de dersa mûzîkê dide zarokên temenê wan biçûk. Mamostayê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar diyar kir ku perwerdehiya di temenê biçûk de bingehek ji bo çanda kurdî ava dike û wiha got: "Ev perwerde li hemberî bişaftina zarokên kurdan bendeke bi hêze."

Konservatuara Aram Tîgran a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kar û xebatên çand û hunerê dike, li dijî bişaftinê zarokan di demenê biçûk de fêrî çand û hunera kurdî dike. Konservatuara Aram Tîgran di 5'ê cotmehê de dest bi perwerdehiyê kir. Perwerdehî ji beşên hunerê şano, sînema, mûzîk, wêne û govendê pêk tê.

Di beşa mûzîkê de zarokên temenê wan 2,5 salî jî tevlî perwerdehiyê dibin. Di perwerdê de stranên kurdî yên gelêrî fêrî zarokan dikin. Zarok di temenê xwe yê biçûk de fêrî ritîm û awazên stranên kurdî dibin. Bi vî awayî jî di rûhê zarokan de çanda kurdî pêş dikeve û li ser zimanê zarokan stranên kurdî digere. Mamostayên ku dersê didin zarokan hem bi zarokan re dileylîzin hem jî bi rêyên ku zarok fêm bikin mûzîkê fêrî zarokan dikin.

'Girêdana zarokan a bi Kurdî pêş dikeve'

Mamostayê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar diyar kir ku êrîşên pergala kapîtalîst di sedsala 21'an de bi gelek riyan bandorê li civakan dike, bi taybet bi awayek pir xurt bandorê li zarokan dike û wiha axivî: "Herî zêde bi rêya înternet û TV'yê bi taybet jî bi rêya muzîkê bandorê li zarokan dike. Armanca me ya di temenê biçûk de perwerdehî dayîna zarokan ew e ku em li hemberî vê bandorê bendekî deynin." Kanîwar destnîşan kir ku wan par du komên zarokan perwerde kir. Kanîwar da zanîn ku di dawiya salê de dîtin ku zarok fêrî stranên gelerî yên kurdî dibin. Êdî zarok di jiyana rojane de stranên kurdî dibêjin. Kanîwar got ku zarok xwe bi kurdî xwe îfade dikin û girêdana wan bi çanda kurdî re çêdibe.

Konservatuara Aram Tîgran li ser ceribandina xwe ya par, îsal bi awayek sîstematîk li Aram Tîgranê dest bi perwerdehiya zarokên biçûk kir. Qasî 60 zarokên temenê wan di navbera 2 û 5 salî de dest bi perwerdehiya mûzîkê kirin. Hinek zarok di nava hefteyê 2 roj demjimêrekî ders dibînin, hinek jî di dawiya hefteyê de demjimêrekî dersê dibînin.

'Bingehek ji bo piratîka mûzîkê çêdibe'

Kanîwar diyar kir ku zarok di hefteyê de stranekî fêr dibin û pêre jî hêmanên mûzîkê fêr dibin. Kanîwar destnîşan kir ku zarok di temenê biçûk de bi piratîkî fêrî mûzîka kurdî dibin û wiha got: "Di temenê biçûk de bingehekî ji bo çanda kurdî çêdibe. Ev jî li hemberî bişaftina zarokên kurdan bendeke bi hêz e." Kanîwar da zanîn ku gelek car malbatên zarokan jî tevlî dersan dibin û ew li ser zarokan re xwe digihînin malbatan û wiha axivî: "Malbat jî dema stranên kurdî nîşanî zarokên xwe dikin, bi xwe jî fêr dibin."

(byt/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN