Şaredarî karkerên ne MHP'î ne ji kar davêje
EDENE (DÎHA) - Ji ajokarên jin Leyla Bîlîç Şîmşek diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin ê MHP'î karkerên ku ne MHP'î ne lîsteyên wan amade kirine û ji kar davêjin û nirxandina "Tekane sedema derxistina me ya kar ji ber ku em ji partiyeke din in" kir.
Li Edeneyê zêdetirî 200 karkerên ku li Dezgehê Otobusê û Kargeha Nan, Îmar A.Ş a Şaredariya Bajarê Mezin ê Edeneyê dixabitin di 1'ê çileya 2015'an de dema ku hatin ser karê xwe bi gotina "peymana we ya kar hatiye feshkirin" ji kar hatin avêtin. Yek ji wan kedkarên ku ji kar hatiye avêtin jî ajokara bi navê Leyla Bîlîç Şîmşek a li Dezgeha Otobusê dixebitî ye. Şîmşek anî ziman ku beriya 10 mehan ji kar hatiye avêtin û weke wê ajokarên jin di bin pêkûtî û tehdîdên cidî de bi tirsa jikar avêtinê dijîn.
Şîmşek bilêv kir ku di 6'ê çileya 2006'an de ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Aytaç Durak ve bi ajokarên jin ên din ve bi aweyeke komî dest bi kar kirine û di 1'ê çileya 2015'an de jî bêyî hincet bê nîşandan ji kargehê 42 kedkar ji kar hatine avêtin. Şîmşek destnîşan kir ku piştî ku ji kar hatine avêtin muxatap nedîtine û şaredarî protokola kar esas negire û bi devkî ji doza ku li hemberî şaredariyê hatiye vekirin paşve dikane bê kişandin û bi vî rengî veger pêk bê. Şîmşek got ku hinceta wan a derxistina kar wekî "bidawîbûna kar" ji Saziya Ewlehiya Civakî û Kar a Edeneyê re hatiye ragihandin û wiha berdewam kir: "Lê kar berdewam dike. Li Edeneyê asteke nû hate veguhestina tomerî. Di veguhestina tomerî de ajokarên jin jî hene. Niha ew jî bi tirsa jikar avêtinê dijîn."
'Niha hevalên me di bin pêkûtiyê de ne'
Şîmşek destnîşan kir ku şaredarî karkerên ku ji kar avêtiye bi tehdîd û pêkûtiyan ve dixwaze careke din bigire kar û bi vî rengî kedkaran di bin pêkûtiyan de digirin û hewl didin ku bikin kole. Şîmşek wiha pêde çû: "Me xwest mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Bêyî ku garantiyeke bidin heke em dev ji doza xwe berdin gotin em ê we bigirin kar. Lê ji ber ku em ji gotinan bawer nakin dev ji doza xwe berneda û me negirtin kar ji. Hin hevalên me dev ji dozê berdan. Lê pêkûtî û tehdîda rêveberan dibe ku ji kar dîsa bên avêtin. bi vî fikrê ve xebitîn. Midûrê şaxê tehdîd dike dibêjin yên ku vedigerin kar divê ji noterê îxtarê bikişînin. Ez ji ber van pêkûtiyan venegeriyam. Niha hevalên me di bin pêkûtiyê de ne."
'Hin kes lîsteyan amade dikin û karkeran ji kar derdixin'
Şîmşek a nirxandina "sedema ji kar derxistina me ji ber ku em ji partiyeke din in" kir û piranî kedkarên ku li şaredariyê dixebitin MHP'î ne û kedkarên ji partiyên din di nava demê de peymana wan a kar tê feshkirin. Şîmşek diyar kir ku wî li Dadgeha Kar doza îadekirina kar vekiriyê û ev agahî da: "Li wir hin kes lîste amade dikin û peymana kar fesh dikin. Em bi zarokên xwe re mexdûr bûne. Em ajokar û karkerênj in. Bi rastî jî em mirovên ku nan dibin zarokên xwe ne. Em doza xwe didomînin lê armanca me rakirina taşeronê ye. Armanca me ew e ku em bibin karkerê esasî yê saziyê, heqê wekhev bigirin û bêyî tirsa avêtina ji kar bijîn bixebitin e. Em dixwazin nanê xwe qezenc bikin."
(sa)