DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Ciwanên Antalyayê: Em ê bi xwedîlêderketina rêveberiyên cewherî têkoşînê xurtir bikin

 
8 Mijdar
09:08 2015

ANTALYA (DÎHA) - Rêxistinên ciwanan ên Antalyayê li dijî êrîş û qatlîamên AKP'ê banga têkoşînê kirin. Aktîvîsta DEM-GENÇ'ê Engîn Kizilay got ku ew ê li dijî êrîşên AKP'ê li Kurdistanê xwedî li rêveberiyên cewherî derkevin û têkoşînê xurtir bikin.

Rêxistinên ciwanan ên li Antalyayê bal kişandin li ser êrîş û şerê li dijî gelê kurd û derûdorê muxalîf û banga xurtikirina têkoşînê kirin. Serokê Federasyona Kulubên Fikr (FKF) a Antalyayê Umît Yaman diyar kir ku AKP dixwaze ciwanan biçewisîne û nirxandina "Me gotina polîs a ku li zanîngehê bi kar anî û ji rojnamegerekî re gote êdî dê tu tişt ne wek berê be jî me baş fêm kir em jî heman gotinê ji hikûmetê re dibêjin. Em ê bi xurtikirina rêxistinbûn û têkoşîna li kolanan nîşanî îxtidarê bidin ku dê çi wekî berê nebe." Yaman di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Li Tirkiye û Kurdistanê dema ku şerê tê meşandin em li ber çavan bigirin li beramberî ji sedê 50 dengê ku AKP'ê girtiye ji sedî 50 heye divê ev jî neyê jibîrkirin."

'Em ê xwedî li rêveberiyên cewherî derkevin'

Xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê û endamê DEM-GENÇ'ê Engîn Kizilay destnîşan kir ku serkeftina HDP'ê û şoreşa Rojava hem li herêmê hem jî di qara neteweyî de derûdorên neteweperest û şovenîst aciz kiriye û AKP hem li Rojava hem jî li Kurdistanê li dijî gelan konsepta şer ji bo îxtidara xwe biparêze xistiye dewreyê. Kizilay destnîşan kir ku bi bombeyê li Pirsûsê hate teqandin ve hatiye xwestin tirsek bê afirandin û wiha axivî: "Îxtidara AKP'ê û gladyoya qesrê piştî 77ê hezîranê aciz bû û xwest tirsê serdest bike. Li Amed, Edene, Mêrsîn, Pirsûs û herî dawî jî li Enqereyê bombeyên ku hatin teqandin nîşan dan ku AKP ji bo ku îxtidara xwe winda neke çawa veguhere rêxistina terorê ya DAIŞ'ê." Kizilay derbirî ku di 4 salên pêş de hilbijartin nebe û rojên tarî li pêşiya civakê ye. Kizilay got ku AKP dizane ke ciwan dê li hemberî vî Pêvajoya tarî serê xwe netewîne û ji ber vê yekê jî êrîşê ciwanan dike. Kizilay diyar kir ku li Tirkiyeyê bi xurtkirina rêxistinbûnê li Tirkiyeyê jî bi xwedîlêderketina rêveberiyên cewherî divê têkoşîn bê xurtkirin.


'Em ê bi berxwedanê êrîşên AKP'ê pûç bikin'

Endama Kolektîfên Xwendekaran û xwendekara Zanîngeha Akdenîzê Ozge Ayna jî bilêv kir ku li zanîngehê û kolanan mafên wan tên astengkirin û li zanîngehan tê xwestin ku ciwanên muxalîf bêdeng bibin. Ayna anî ziman ku piştî berxwedana Geziyê AKP êrîşê ciwanan dike û nirxandina "Jin û ciwan dê bi sekna li herî pêş de bi çalakiyên xwe ve dê van hewldanan pûç bikin" kir.


Xwendekara Zanîngeha Akdenîzê û endama Kolektîfên Xwendekaran Nuval Vuralê jî diyar kir ku AKP bi tirsandinê derketina kolanan dixwaze asteng bike û wiha got: "AKP'ê li Enqere û Pirsûsê bi şerê ku li Kurdistanê dide meşandin ve peyama heke hûn deng nedin me ev tişt dê bê serê we' da. Îxtidar her carê bi çavtirsandinê ve dixwaze daxwazên demokratîk biçewisîne lê em ê tu caran li hemberî vê yekê serê xwe netewînin."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN