DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Li diji girtina xwendekaran tora piştevaniyê

 
8 Mijdar
09:06 2015

STENBOL (DÎHA) - Li zanîngehên Kurdistan û Tirkiyeyê di demên dawî de nêzî 100 xwendekar hatin girtin ji bo ku piştevaniya xwendekaran bê xurtkirin rêxistinbûnên nû tên pêşxistin. Aktîvîsta TODA'yê Hebûn Sumelî girtin wekî parçeyekî pêvajoya şer şîrove kir, nirxandina "bi xwe û hêza xwe ya cewherî bawer bikin" kir û bang li xwedîlêderketina dozên xwendekaran kir.

Piştî ku hikûmeta AKP'ê konsepta şer da destpêkirin li dijî hemû qadên civakî êrîşên xwe didomîne bi taybetî jî piştî hilbijartinên 1'ê mijdarê li Tirkiyeyê hemû muxalefeta li dijî îxtidarê êrîş her diçin dijwar dibin. Ji vî polîtîkayê herî zêde jî xwendekar nesibên xwe digirin. Herî dawî polîsan êrîşî çalakiyên şermezarkirinê yên li hemberî YOK'ê hatin darxistin kirin û bi dehan xwendekar hatin derbkirin, ev yek jî nîşan dide ku dê êrîş û pêkûtiyên tên kirin berdewam bike.

Li hemberî van polîtîkayên AKP'ê xendekar jî ji bo berxwedana xwe mezintir bikin rêxistinbûnên nû pêş dikin. Di vê çarçoveyê de Tora Piştevaniyê ya bi Xwendekarên Girtî re (TODA) hate avakirin. Li gorî daneyên TODA'yê bi pêvajoya şer re li Tirkiye û Kurdistanê nêzî 100 xwendekar hatine girtin û ji wan hin xwendekar jî nexweş in. Endamên TODA'yê bi avakirina tora piştevaniyê ve dixwazin di raya giştî de bihistiyariyê pêş bixin, ji bo dozên xwendekaran xwedîlêderketine pêş bikeve û hevalên wan ên girtî bên berdan.

'Girtina xwendekaran parçeyeke şer e'

Aktîvîsta TODA'yê Hebûn Sumelî girtina xwendekaran wekî "parçeyekê şer" nirxand û diyar kir ku îxtidar dema ku tengav dibe li dijî xwendekaran pêla girtinê dide destpêkirin û ev yek ji 2011'an de di operasyon ku bin navê KCK'ê hatin kirin de jî dîtine. Sumelê distnîşan kir ku xwendekarên ku hatine girtin di nava HDP û HDK'ê de siyasetê dimeşînin û ev tişt anî ziman: "Dewlet dixwaze vî zemîna siyaseta demokratîk ji holê rake. Ji ber vê yekê jî dewlet êrîşî xwendekaran dike û bi vî rengî hewl dide ku xwe xurt bike."

Sumelî da zanîn ku gelek hevalên wan ên hatine girtin nexweş in û xwendekarê bi navê Rusul Ozbey ê li Girtîgeha Tîa F a Wanê ye werem e, Bayram Yildiz ê li Girtîgeha Tîpa L a Sîlîvriyê nexweş e dil e û nayên dermankirin. Sumelî bi gotina "bi xwe û bi hêza xwe ya cewherî bawer bikin" bang li xwendekaran kir û xwest xwedî li dozên xwendekaran derkevin.

Aktîvîsta TODA'yê Meryem taşdemîr jî anî ziman dewlet xwendekarên zanîngehan wekî "sucdarên potansiyel" dibîne û da zanîn ku hevalên wan ên ji ber broşurên HDP'ê hatine girtin hene.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN