DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

Xwendekarên zanîngehan: Em ê li hemû fakulteyan têkoşînê xurtir bikin

 
6 Mijdar
15:48 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Xwendekarên zanîngehan ên di 34'emîn salvegera dameziradina YOK'ê de ligel astengkirina polîsan jî çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin diyar kirin ku ew ê li dijî hewldanên ku dewlet bi postalên xwe ve bikeve zanîngehan, veguherandina girtîgehên bêtel, li zanîngehan avakirina artêşa betalan, li dijî perwerdehiya bê qalîte, yek tîp kirinê, zanîngeh kirina cihê bazirganiyê, li dijî pêkûtiyên polîs û pewirdarên ewlehiyê yên taybet dê bi fakulte bi fekulte têkoşînê xurtir bikin.

EDENE

Li Zanîgeha Çukurovayê xwendekarên şoreşger, demokrat û welatparêz di 34'emîn salvegera damezirandina Saziya Hindekariya Bilind (YOK) li qada R1'ê hatin cem hev û çalakiya şermezarkirinê li dar xistin. Xwendekaran ponkarta "Li dijî şerê qesrê û YOK a sermayeyê têkoşîn" vekirin ber bi xwaringeha zanîngehê meşiyan. Di çalakiyên peywirdarên ewlehiya taybet kontrola nasnameyan kirin. Piştî meşê li ser navê xwendekaran Çagla Cemalî axivî û got ku divê YOK bê rakirin û zanîngeh bibin azad û xweser. Cemalî bilêv kir ku xwendekarên zanîngehê dê dev ji têkoşîna li dijî YDK'ê bernedin û ew ê li dijî hewldanên ku dewlet bi postalên xwe ve bikeve zanîngehan, veguherandina girtîgehên bêtel, li zanîngehan avakirina artêşa betalan, li dijî perwerdehiya bê qalîte, yek tîp kirinê, zanîngeh kirina cihê bazirganiyê, li dijî pêkûtiyên polîs û pewirdarên ewlehiyê yên taybet dê bi fakulte bi fekulte têkoşînê xurtir bikin.


MÊRSÎN

Xwendekarên ku li ber Fakulteya Fen û Edebiyatê ya Zanîngeha Mêrsînê hatin cem hev û pankarta "Em ê li zanîngehê destûrê nedin YOK'ê li herêmê desturê nedin şer" vekirin û ber bi qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Li ser navê xwendekaran Emre Yilmaz axivî û bilêv kir ku YOK bi polîtîkayên arîzîkirinê ve tê xwestin bikin cihê bazirganiyê û rektor jî şîdet û pêkûtiyan ve mudaxaleya dewletê rehetir dikin. Yilmaz got ku têkoşîna wan a 34 salan berdewam bike û YOK a ku encama cuntayê ye xira bikin.

ÎZMÎR

Xwendekar li ber Zanîngeha Egeyê kom bûn û xwestin damezirandina YOK'ê şermezar bikin. Lê xwendekar rastî astengiya rektoriyê hatin. Midûrê ewlehiyê yê zanîngehê diyar kir ku ji ber fermana walîtî û emniyetê desturê nedin çalakiyê û dê mudaxale bikin. Li ser vê yekê xwendekaran dest bi çalakiya rûnştinê kirin. Emîne Akbaba li vir axivî û got ku YOK ji bo ku xwendekarên perwerdehiya zimanê dayikê û zanistî dixwazin biçewîne hatiye damezirandin.

Li Zanîngeha 9 Eylulê jî li Kampusa Dokuz Çeşmelerê xwendekar hatin cem hev û li ser YDK'ê forum hate lidarxistin. Xwendekaran di bin dorpêça polîsan de YOK çawa ji bo ku xwendekaran biçewisîne hatiye damezirandin vegotin.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN