DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Wanê Rojên Filman dest pê dike

 
6 Mijdar
11:50 2015

WAN (DÎHA) - Li Wanê 2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamareyê di 10-15'ê Mijdarê de dest pê dike. Rojên fîlman a ku bêhtir dê fîlmên berxwedanê bên pêşandan diyarî Yaşar Kemal hate kirin.


Navenda Çand û Hunerê ya Nûda, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) 2'yemîn Rojên Fîlman a Axtamarayê li Wanê di 10-15'ê Mijdarê de dide destpêkirin. Rojên fîlman a ku bi slogana "Em ji bo hezaran rengan hene" tê lidarxistin û jibilî fîlmên parçeyên din ên Kurdistanê ji sînemaya Tirkiye û cihanê jî berhem beşdar bibin. Di rojên fîlman da dê fîlmên berxwedanê vedibêjin derkevin pêş û di merasîma vekirinê de Koma Muzîkê ya Anadolu Quertet derkeve ser dikê û belgefîlma Nûjî bê pêşandan. Rojên fîlman a ku dê diyarî Yaşar Kemal bê kirin û fîlmên berxwedanî, anîmasyonên kurdî, fîlmên dirêj û kurtefîlm, belgefîlm bên pêşandan.

Ji xebatkarên Navenda Çandê ya Nûda Salîha Ayata têkîldarî rojên fîlman wiha got: "Fîlmên me yên par diyarî Şengalê hatibûn kirin. Fîlmên îsla jî dê diyarî Yaşar Kemal bên kirin." Ayata diyar kir ku belgefîlma "Xaçort Şehît Vedat" jî Dê yekem car li vir bê pêşandan.

'Rojên fîlman dê bi muzîkê dest pê bike'

Ayata destnîşna kir ku sînemahez bi taybetî li benda berhemên wekî Bakur, Xaçort Şehîd Vedat û anîmasyonên kurdî ne. Ayata derbirî ku dê rojê 3 fîlm bên pêşandan û nirxandina "Hem êvarê hem jî bi roj em ê fîlman nîşan bidin" kir. Ayata bilêv kir ku par ji bo bernemayê eleqeyeke mezin hebû, îsal xebat zêde ne ji ber vê yekê jî li bendê ne ku eleqe jî zêde be.

Ayata anî ziman ku di rojên fîlman de gelek fîlmên jinan jî hene û ji wan yên herî balê dikişîne fîlma bi navê Hêvî ku jiyana Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez vedibêje û fîlma bi navê Nûjîn a ku berxwedana Kobanê vedibêje ye. Ayata herî dawî got ku divê fîlma bi navê Bakur teqez bê temeşakirin û agahiya ku fîlm dê bêpere bên pêşandan da.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN