DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ciwan

DÎDODER: Êrîş zêde bûn xwe rêxistin bikin!

 
6 Mijdar
09:06 2015

DÎLOK (DÎHA) - DÎDODER a ku li Dîlokê xebatkarên wan hatin girtin li dijî êrîşên li hemberî nasname û çanda xwendekaran banga rêxistinbûnê kirin.

Komeleya Xwendekarên Demokratîk ê Dîlokê (DÎDODER) yê ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê xebatkarên wan hatibûn girtin ji nû ve dest bi xebatên xwe kir. DÎDODER a ku yek ji hevparên Ciwanên Wulatparêz û Demokratîk (DEM-GENÇ) e diyar kirin ku ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Endamê komeleyê Enîs Karataş bang li hemû ciwanên zanîngehan kir û nirxandina "hevalên me divê li dijî faşîstên ku êrîşî nasname û çanda me dikin xwe rêxistin bikin" kir.

'Hevalên me tên tehdîdkirin'

Karataş bilêv kir ew di bin banê DEM-GENÇ'ê de xebatên ku ji bo gel re têkîliyên xwe xurt bikin dimeşînin, ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve tên tehdîdkirin.
Karataş wiha axivî: "Ji bo ku hevalên me neçin komeleyê tên tehdîdkirin. Rektorê hevalên me ji avêtina dibistanê yan jî durxistinê tehdîd dikin. Hevalên ku li yurdan dimînin jî bi qutkirina bursan ve tên tehdîdkirin. Hevalên me di van şertan de xebatên xwe dimeşînin."

Karataş got ku faşîst êrîşî nasname û çanda wan dikin û dixwazin wan asîmîle bikin, ew jî li hemberî vê yekê rewşeke ku bikaribin bi çanda xwe ve bi awayeke azad bijîn ava bikin.


'DEM-GENÇ riya demokartîk e'

Xwendekarê bi navê Mehmet Çakar jî da zanîn ku ewil armanca wan ew e ku tevgera xwendekaran bi gel re bînin cem hev û dema ku bi gel re hatin cem hev vê carê jî projeyên wan ên ku derbasî jiyanê bikin hene. Çakar wiha got: "Di nava van projeyan de kursên tembûr, gîtar û erbaneyê hene. Dîsa li ser zimanê kurdî perwerde heye." Çakar got ku her kes ji bo ku nasnameya xwe û çanda xwe nas bike dê xebatan bimeşînin û ev tişt anî ziman: "Projeya DEM-GENÇ'ê ya Xwedî Derkeve ya ji par ve ye didome heye. Di vê projeyê de xwedîlêderketina çand, ax û ava xwe heye. Em ê ne tenê bi hevalên kurd ên êzidî, tirk hemû kesan re xebatan bimeşînin. DEM-GENÇ rêxistinbûneke legal e. DEM-GENÇ riyeke demokratîk e, bila tirsa tu kesî nebe."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN