Li Dîlokê dorpêç, li Rihayê gefa bi çek
DÎLOK/RIHA (DÎHA) - Li Dîlokê taxên ku herî zêde kurd lê dijîn ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkiirn û polîs li ber dibistanan kontrola nasnameyan dikin. Li Pirsûsa Rihayê jî xizmên namzetê AKP'ê bi keleşnîkovan digerin û gefa dengê xwe bi kar neynin li hilbijêran dixwin.
Li taxên Karayilan, Vatgan, Guzelvadî û Beydîlî yên navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê yên Dîlokê ku herî zêde kurd lê dijîn polîs bi wesayîtên zirxî hatine bicihkirin. Polîsên ku di têketina dibistnaan noqteyên lêgerînê danîne li ser hilbijêran digerin. Li taxa Karayilanê divê polîs 15 metre dûrê Dibistana Celal Dogan bi cih bibin li ber deriyê dibistanê disekinin û zexta ku dengê xwe kar neynin li hilbijêran dixwin. Hilbijêr û peywirdaran bertek nîşanî zextên polîsan dan. Polîsan gef li hilbijêran xwarin. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul hat cihê bûyerê û bertek nîşanî polîsan da û demekê di navber parlamenter Togrul û polîsan de gengeşî derket. Piştî hevdîtina bi Midûrê Polîsan Erhan Gulveren û Waliyê Dîlokê re polîsan dawî li pêkanîna xwe anîn.
Di wesayîta xizmên namzetê AKP'ê de keleşnîkof hene
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî namzetê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi xizmên xwe re tax bi tax digerin û bi deöamçe û keleşnîkovan gefa hilbijêr dengê xwe bi kar neynin li wan dixwin. Li taxa Marutê yê navçeyê xizmên namzetê AKP'ê li hewşa dibistanê li welatiyê bi navê Emrah Kaya xistin. Dîsa li taxa Perepereyê hilbijêrên ku dîtin peywirdarê sindoqê û xizmê namzetê AKP'ê, Mehmet Yildiz bi çek digere mudaxaleyî wî kirin. Li ser vê yekê kesên ku xwestin birevin ji hêla welatiyan ve hatin sekinandin û li wesayîta wan lêgerîn pêk anîn. Di lêgerînê 2 keleşnîkof hatin zevtkirin. Welatiyan kesên çekdar tevî çekên wan radestî leşkeran kirin.
(wk)