DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Li Bedlîs û Wanê binçavkirin

1 Mijdar
12:44 2015

BEDLÎS/WAN (DÎHA) -Li navçeya Norşînê û Wanê di nîqaşên ku navbera HDP'î û AKP'iyan derket de 2 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Norşînê ya Bedlîsê, di dema dengdayînê de li Dibistana 100.Yilê ya taxa Kumbetê di navbera HDP'î û AKP'iyan de nîqaş derket. Di encama nîqaşan de polîs hatin avahiya dibistanê welatiyê bi navê Cesîm Tekîn binçav kirin.

Li taxa Mollakasima navçeya Tuşbayê ya Wanê jî koma ku ji 20 kesan pêk tê di nav de Serokê AKP'ê yê Wanê Zahîr Soganda jî hebû xwestin bên cihên sindoqan û di vê navberê de muşahîdê HDP'ê Îshat Derelî îtiraz kir. Li ser nîqaşa derket Derelî hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Tuşbayê.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN