Li Serhedê AKP'î êrîş dikin, leşkerî jî zextê dimeşînin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li herêma Serhedê gel eleqeyek mezin nîşanî hilbijartinê da û bi destpêkirina dengdayînê re zext û zordariya li ser hilbijêran jî dijwartir bû. Li navçeya Bêgirî ya Wanê rêveberên AKP'ê êrîşî rêveberên HDP'ê û rojnamegeran kirin. Li gelek bajarên Serhedê jî leşker zextê li ser hilbijêran dimeşîne.
Li navçeya Bêgirî ya Wanê rêveberên AKP'iyan êrîşî ser HDP'iyên ji bo ewlehiya sindoqan digeriyan kirin. Parlamenterê Wanê Tugba Hezer bi hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê yên Bêgiriyê re ji bo kontrolkirina sindoqan çûn taxa Xeraşikê. Di nava wan de Serokê AKP'ê yê Bêgiriyê Îbrahîm Vanli, rêveberên AKP'ê Hayrettîn Aslan û Cemîl Vanli jî hebûn AKP'iyan li taxa Xeraşikê êrîşî HDP'iyan û rojnamegeran kirin. Di êrîşê de wênekêş û kameraya rojnameger Remzî Solmaz şikandin û ji ber lêdanêli ser rûyê wî birîn çêbû û diranê wî şikest.
Balkêş e ku AKP'iyan li ber çavên leşkeran êrîş kirin û leşkeran mudahaleyî wan nekirin.
Namzetê AKP'ê gef li berpirsê HDP'ê xwar
Li Ebexa Wanê jî namzetê AKP'ê yê Wanê Ferman Yildirim ê ku çû Dibistana Leylî ya Keçan a Hafza Hatûnê û gef li berpirsê dibistanê yê HDP'ê Yahya Ertugrul xwar. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) û Hevşaredarê Ebexê Faruk Demîr çûn dibistanê û bi HDP'iyan re axivîn. Ertugrul bûyer wiha vegot: "Ez berpirsê dibsitanê yê HDP'ê me. Namzetê AKP'ê yê Wanê Ferman Yildirim hat vir û hewl da wêneyan bikêşe. Min jî ji hevalên vir re got ku 'Xwe bidin vî alî da ku gel aciz nebe'. Yildirim jî bi gotina 'Wey tu kî yî. Ez li virim çawa tu vê gotinê dikî. Ma tu gef li min dixwî?' derket derve û gotinên 'Heke li vir dîkek hebe ew jî ez im. Cihê ku ez lê bim tu kes nikare bipeyive' li hemberî min bi kar anî."
Gotin 'em li kaçaxên leşkeriyê digerin' lê...
Li navçeya Qelqeliya Wanê jî gelek leşker li ber dibistana seretayî ya li taxa Çubukluyê hatin bicihkirin. Leşkerên bi hinceta "Em ji bo kaçaxên leşkeriyê hatine" li ber deriyê dibistanê li nasnameyên hilbijêrên ku temendirêj jî di nav debûn kontrol kirin û piştî kontrolkirina nasnameyan hiştin têkevin dibistanê.
Li Erdîşê zexta kontrolkirina nasnameyan
Li navçeya Erdîşa Wanê jî hat îdiakirin ku leşker bi zora çekê hewl didin nasnameyên hilbijêran kontrol bikin. Her tim di ber dibistana Yeşîlovayê jî bi wesayîtên zirxî digerin û li ber dibistanê TOMA û gelek polîs hatine bicihkirin. Li taxên Kocpinar û Çubukluyê jî leşkerên li ber dibistanan hatine bicihkirin nasnameyên hilbijêran kontrol dikin.
Heyeta Katalan û Baskê tên astengkirin
Li bajarê ku zextên dijwar tên meşandin yek jê Agiriyê ye. Heyeta Katalan û Baskê yên ji Îspanyayê di nava wan de rojnameger û parlamenter hene ji bo şopandina hilbijartinê hatine Agiriyê ji hêla polîsan ve tên astengkirin. Polîs hinceta biryata YSK'ê nîşan didin û nahêlin ku heyet têkeve hundirê dibistanan. Heyet bertek nîşanî helwesta polîsan da û der barê mijarê de li ber Dibistana Navîn a Alparslan daxuyaniyek kurt da. Di daxuyaniyê helwesta polîsan şermezar kirin.
Demokrasî tê binpêkirin'
Parlamenterê berê yê Parlamentoya Katalanê Qvim Arrufat diyar kir ku di hilbijartinê berê de jî hatine vir û got ku wê demê ew bi pêkanînên bi vî rengî re rû bi rû nemabûn. Arrufat da zanîn ku heyeta şopandinê ya ku ji 40 kesan pêk tê hatine Agiriyê û wiha axivî: "Astengkirina me tê wateya binpêkirina demokrasiyê. Li vir binpêkirina pîvanên demokrasiyê heye. Ev jî gelekî xetere ye. Em ê vê nêzîkatiyê bi raya giştî re parve bikin."
Li Kopê serferberiya xwedîderketina sindoqan
Li navçeya Kopê ya Mûşê jî hilbijêr ji bo dengê xwe bi kar bînin ji seatên serê sibê de çûn ser sindoqan. Welatiyan guh nedan tedbîrên polîsan û dengê xwe bi kar anîn. Welatiyên piştî ku dengê xwe bi kar anîn li hewşa dibistanê dest bi nobeta sindoqan kirin.
Berpirsyarê ku Fuat Avnî navê wî aşkera kiribû nehat dibistanê
Li Qersê jî ligel hewaya sar jî welatî çûn ser sindowan û dengê xwe bi kar anîn. Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlgen li Dibistana Seretayî ya Gazî Ahmet Muhtar Paşa, parlamenter Şafak Ozanli jî li Dibistana Seretayî Gokalp, namzet Onder Fîdanboy jî li Lîseya Anadoluyê ya Husnu M. Ozyegîn dengê xwe bi kar anîn. Piştî dengdayînê li ser sindoqan geriyan. Piştî gera li navendê dê biçin gundan û li ser wî li ser sindoqan bigerin.
Hat ragihandin ku polîs derdora dibistan û sindoqan dorpêç kirine û ev yek rê li ber gengeşiyê vekir. Welatiyên ji bo dengê xwe bi kar bînin diçûn ser sindowan bertek nîşanî nêzîkatiya polîsan dan. Herwiha polîs nahiştinheyeta ji Swêdê hatiye têkeve hin dibistanan û heyet bi polîsan re nîqaş kirin.
Her wiha hesabê twîtterê yê bi navê Fuat Avnî li ser hesabê xwe îdia kiribû ku li Qaxizmanê û navenda Qersê hîle were kirin û navê berpirsyarekî yê li Qaxizmanê T.Y. aşkera kiribû. Hat ragihandin ku ev kesê ku navê wî hatiye aşkerakirin nehat cihê peywira xwe. Hat zanîn ku B.O. yê ku navê wÎ jî aşkera kiribû li navenda Qersê çûye ser peywira xwe.
Li Geverê zexta leşkeran
Li bajaroka Bajêrgê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê jî leşkeran bi wesayîtên zirxî li têketina bajarokê noqteya lêgerînê danîne û nasnameyan kontrol dikin. Dîsa li gudnê Morê yê Bajêrgê û gundên Kertînîs û Gulankê yên Geverê jî leşke rli ber dibistanan mase danîne û li wir nasnameyên hilbijêrêna kontrol dikin. Her wiha leşker hejmara nasmameya hilbijêran jî li cem xwe qeyd dikin. Ev pêkanîna leşker hêj didome.
(wk)