DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Leşker reya Licê ji hilbijêran re girt

 
1 Mijdar
12:20 2015

AMED (DÎHA) - Leşker reya Amed-Licê bi hinceta "mayîn heye" girt. Leşker bi vî awayî, hilbijêrên ku dê li Licê û gundan dengên xwe bikarbînin asteng dike.

Reya di navbera gundê Fîsê û Qereqola Duruyê ku diçe Licê, ji aliyê leşkeran ve hate girtin. Hate ragihandin ku nêzî 200 wesayît li ser rê têne rawestandin. Hilbijêrên ku dê biçin Licê û gundan, ji ber ketin û derketina bajêr tune ye, nikarin bikevin bajêr. Hilbijêrên ku ev nêzî saet û nîv e têne rawestandin bertek nîşanî vê rewşê dan. Her wiha namzetên parlementeriyê yên HDP'ê jî ber bi herêmê ve bi rê ketin.

Di 7'ê Pûşberê de li Licê HDP'ê sedî 96'ê dengan wergirtibû.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN