DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Dayika Cemîle Çagirga: Yên zilmê kirin dê wenda bikin

 
1 Mijdar
11:34 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê malbatên 22 kesên ku di 9 rojên rewşa awarte de ji aliyê polîsan ve hatin qetil kirin jî çûn ser sindoqan. Dayika Cemîle Çagirga ku ji ber êrîşan bi rojan cenazeya wê nehate definkirin, Emîne Cagirga jî çû ser sindoq û got "Me zilma ku li me hate kirin ji bîr nekir. Yên zilmê bi me kirin dê wenda bikin."

Li navçeya Cizîr a Şirnexê welatî di saetên sibê de herikîn ser sindoqan. Li navçeyê ji ber biryara lijneya hilbijartinê ya navçeyê, cihê 93 sindoqan hatibû veguhestin. Li ber derê dibistanan wesayîtên zirxî hatine bicihkirin û her wiha wesayîtên zirxî li caddeyan jî diğerin. Li navçeyê nexweş û kesên pîr jî bi wesayîtan diçin ser sindoqan, welatiyên ku nikarin derenceyan derkevin jî li baxçê dibistanan deng didin.

'Bi êşa keça xwe diçim ser sindoq'

Li Cizîrê, malbatên 22 kesên ku di rewşa awarte ya 9 rojan de hatin qetil kirin jî çûn ser sindoqan. Yek ji kesên çû ser sindoq jî dayika Cemîle Çagirga ye ku di 7 Îlonê de li Taxa Cûdî ji aliyê polîsan ve hatibû qetil kirin û ji ber êrîşan bi rojan nikaribû were defin kirin. Dayika Çagirga Emîne Çagirga dengê xwe li Dibistana Navîn a Menderesê bikaranî. Cagirga diyar kir ku ew bi êşa keça xwe çûye ser sindoqê û wiha got: "Me zilma ku li me hate kirin ji bîr nekir. Min dengê xwe ji bo aşitiyê bikaranî. Yên ku vê zilmê bi Cizîrê dan jiyin dê wenda bikin."

Gelek welatî ji bo rê li ber hîleyan bigirin li ber dibistanan radiwestin û hate zanîn ku AKP'ê bêyî ku agahiya wan hebe hin welatiyan kiriye erkdarê sindoqan. Welatî bertek nîşanî vê rewşê dan û diyar kirin dê serlêdanên hiqûqî bikin.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN