DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Hemû deng ji bo 'Bîrlîk"

 
1 Mijdar
11:31 2015

ŞIRNEX (DÎHA) - Malbata Haci Lokman Bîrlîk ê ku piştî hat înfazkirin û dawiyê li pişt wesayîta zirxî li erdê hat kaşkirin diyar kir ku ew ji bo azadî, aştî û edlatê dengê xwe bi kar anîn û ev tişt anî ziman: "Bila Haci Lokman ciwanê ku herî dawî xwîna wî li Kurdistanê hatiye rijandin be."

Malbata Haci Bîrlîk ê ku di 2'yê cotmehê de li taxa Dîcleyê ya Şirnexê ji hêla polîsan ve hat înfazkirin û dawiyê jî li pişt wesayîta zirxî ya Akrep li erdê hat kaşkirin çû ser sindowan û dengê xwe bi kar anî Maşbata Bîrlîk li sindoqa bi hejmara 1028 a li Dibistana Seretayî ya Cumhuriyetê hatibû danîn dengê xwe bi kar anî û diyar kir ku ew ji bo aştiyê dengê xwe bi kar tînin.

Dayika Bîrlîk Nezîre Bîrlîk bi daxwaza wê ew e ku ciwanê ku herî dawî xwîna wî hat rijandin kurê wê be û dengê xwe avêt sindoqê. Dayik Bîrlîk bi gotina "Duaya min a ji Xwedê ew e ku li Kurdistanê xwîna ciwanên me neyê rijandin. Êdî destên hev bigirin û îxanetê li gelê xwe nekin. Heke em piştgiriya hev bikin em dikarin bi ser bikevin. Heke em vê yekê nekin em nikarin bi ser jî bikevin" bang li gelê Kurdistanê kir ku xwedî li dengê xwe derkevin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî got ku hilbijartina 1'ê mijdarê bila bibe wesîleya aştiyê û ev tişt anî ziman: "Bi hêviya ev dengê min bibe wesîleya aştî, azadî û edaletê bi kar tînim."

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN