Yuksekdag: Bila îrade û demokrasiyeke xurt derkeve
WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ku li Wanê dengê xwe bi kar anîn hilbijartinên 1'ê Mijdarê wekî hilbijartineke bi zorê hate ferzkirin nirxand û got ku daxwaza wê ew e ku di hilbijartinê de îrade û demokrasiyeke xurt derkeve.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li taxa Marmît a navçeya Tuşbaya Wanê dengê xwe bi kar anî. Yuksekdag di ketina dibistanê de ji aliyê jinan ve hate pêşwazîkirin û yek bi yek hemû jin hembêz kir piştre çû ser sindoqê, Yuksekdag piştî ku dengê xwe bi kar anî daxwaza aştî û demokrasiyê kir û axaftireke kurt kir.
Yuksekdag got ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê bi zorê hatiye ferzkirin û wiha axivî: "Di vî hilbijartina ku li ser me û gel hate ferzkirin daxwaza me ew e ku demokrasî derkeve. Em rojên dijwar jiyan. Em mecbûr man ku di rewşa mirin, pêkûtî û şer de xebatê bimeşînin. Daxwaza min ew e ku hemû hilbijartinên ku ji aliyê gel ve tên kirin ji aliyê siyasetê ve neyên şikandin.
'Bila îradeya hilbijêran tune neyê hesibandin'
Yuksekdag destnîşan kir ku daxwaza wê ew e ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de îradeyeke xurt a ku îradeya hilbijêran tune nayê hesibandin derkeve, demokrasî derkeve û wiha got: "Li Wanê mirovan di bin pevçûn û pêkûtiyê de deng û îradeya xwe parast. Îro jî ez bawer dikim ku dê baweriya xwe ji bo demokrasiyê bi aweyeke herî baş binirxîne. Hêviya min ewe ku carake din hewceyî ji bo israrkirina aştî û demokrasiyê nemîne. Heke hilbijartinên 7'ê hezîranê tune nehesibandana gelê me di riya uk aştî mayînde bibe de dimeşiya. Îro ev rê bêhtir kirin rêwîtiyeke zehmetir. Piştî 1'ê mijdarê bila riya me vekirîbe."
(sa)