DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Demîrtaş: Bila dengê me bibe wesîla aşitiyê

 
1 Mijdar
10:36 2015

STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî ya HDP'e Demîrtaş li Sultanbeyliya Stenbolê dengê xwe da û got "Ez hêvî dikim dengê me bibi wesîleya aşitiyê." Demîrtaş her wiha bang li herkesi kir ku biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo dengdayînê hate Dibistana Navîn a Mevlana ya navçeya Sultanbeylî ya Stenbolê. Ji bo Demîrtaş, li ber dibistanê polîs tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin. Demîrtaş piştî ku welatiyan silav kir, di sindoqa hejmar 1114'an de dengê xwe bikaranî.

Demîrtaş piştî dengdayînê daxuyaniyek kurt da. Demîrtaş diyar kir ku ew hêvî dike encamên hilbijartinê ji bo herkesî encamên bi xêr derxe holê û wiha axivî: "Tiştê herî zêde Tirkiye daxwaz dike aramî û aşitî ye. Pêvajoya hilbijartinê bi zor û zehmet derbas bû. Mixabin me can wenda kirin. Îro ji sindoqan çi encam derkeve jî, em bêfikar in ku dê encamek ku herkes bi hêvî li pêşerojê binêre derkeve. Bila herkes dengên xwe bikar bîne."

Demirtaş, pişt re ji bo encamên hilbijartinê bişopîne çû Enqereyê.

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN