DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Bi zorê 'daxwaza parazvan' bi serokên sindoqan didin îmzekirin

 
1 Mijdar
09:14 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li navçeya Patnosê ya Agiriyê polîsên ku gotin ji aliyê walîtiyê ve hatine peywirdarkirin û li ser sindoqan disekinin, bi zorê daxwaznameyên "daxwaza parazvan" bi zorê bi serokên sindoqan ve didin îmzekirin. Li Bedlîsê jî li ser hin sindogan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û li Geverê jî ceryan hatin birîn.

Li navçeya Patnoyê ya Agiriyê li ser hin sindoqan disekinin û bi zorê daxwaznameyên "daxwaza parazvan" bi serokên sindoqan hewl didin bidin îmzekirin. Polîs ji serokên sindoqan re dibêjin ku bi fermana walîtiyê ve hatine peywirdarkirin û bi gotina "heke van daxwaznameyan îmze nekin em nikarin ewlehiya we pêk bînin" gefan dixwin.

Polîs navên kesên ku deng bi kar tînin not digirin

Li aliyê di li navenda Agirî, Zêdkan û Bazîdê jî li ser hin sindoqan polîs hatin bicihkirin. Polîsên ku li Bazîdê li ser sindoqan disekinin jî navên welatiyan cardin dinivîsînin. Têkîldarî pirsgirêkan rêveberên HDP'ê bi Dadgeriya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re hevdîtinê pêk tînin.

BEDLÎS

Heyeta ji 20 kesan pêk tê ya ji bo çavdêriya hilbijartinê hatine Bedlîsê ji bo ku bikaribe hilbijartinê bişopîne bûn kom û çûn navçeyên BEdlîsê. Dîsa ji bo şopandina hilbijartinê jî ji aliyê ÎHD a Bedlîsê ve 105 kes hatin peywirdarkirin. Hin sindoqên ku ji bo dengan birin gundan jî serê sibehê saet di 04.00'an de bi helîkopteran ve birin gundan û li bajar û navçeyan sekna polîsan a bi çekên luledirêj jî bal kişand. Ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Xîzanê ligel biryara YSK'ê di 8-12'ê cotmehê de ji ber ku biryara birina sindoqên 10 gund û mezrayan girtibû û ji bo ku pirsgirêka rê ya welatiyên ku diçin deng bi kar bînin ji holê bê rakirin Rêxistina HDP'ê ya Xîzanê wesayît eyar kir.

Hate hinbûn ku li bajaroka Pirxus û gundê Tepewangê yên Xelatê jî li dibistanên ku sindoq hatine danîn leşker û cerdevan bi çekên liledirêj disekinin.

COLEMÊRG

Li gundê Helevîs ê Gevera Colemêrgê Fermandarê Cendirmeyan a ku ji bo dengdayînê hate dibistana gund bi îdaya ku fermana Walîtiya Colemêrgê heye lîsteya hilbijêran girt. Nehat fêmkirin û ev pêkanîn çima hatiye kirin û li gundên bi ser bajaroka Bajirgêhê jî serê sibehe ceryan hatin qutkirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN