Namzetên HDP'ê bang li gel kir ku biçin ser sindoqan
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Namzetên HDP'ê di ziyareta esnaf, gund û navçeyan de bang li gel kirin û xwestin her kes biçin ser sindoqan. 
Wekil û namzetên HDP'ê li herêma Organizeya Pîşesaziyê ya Rihayê û taxên Haleplibahçe, Eyyubiye yên Rihayê, navçeya Sêwrekê gundên Helbînî, Naaş, Artaş, Kinix, Nuxrût û Macûnê yên Xalfetiyê, gundên Bîrecîkê û Wêranşarê yên Rihayê ziyaret kirin. Di ziyaretan de li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin û xwestin biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin. 
Wekil û namzetên HDP'ê li navçeyên Erxenî, Sur, Şehitlik, Karaz û Bismilê û gundên wan welatî û esnaf ziyaret kirin. 
Namzetên HDP'ê li Meletiyê esnaf ziyaret kir û li Şirnexê jî semînerek pêk anîn. Li navçeya Hezexê jî civîna gel pêk anîn. 
Li Êlihê esnafên Sanayê ziyaret kirin. Li navçeya Kerçews û Eynkafê gel ziyaret kir. Li Sêrtê û navçeyên Tilloyê esnaf hatin ziyaretkirin. 
Li Dêrsimê jî li sûka navenda bajar buroşur hatin belavkirin. Namzet û rêveberên HDP û DBP'ê di ziyaret û civinan de ji gel xwest ku di 1'ê Mijdarê de her kes biçin ser sindoqan. 
(mae)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							