HDP'a Wanê bi 4 hezar û 38 kesî dê sindoqan biparêzin
WAN (DÎHA) - Lijneya Muşahidên Sindoqan a HDP'a Wanê di hilbijartinê 7'ê hezîranê de bi organîzsazyoneke mezin sindoqên xwe parastin û niha jî bi 4 hezar û 38 kesî dê sindoqan biparêzin.
Ji ber ku bawerî bi AKP'ê nayê û di nava gel de bêbaweriyeke mezin afirandiye partiyên siyasî hewl didin bi derfetên xwe sindoqan biparêzin. HDP'a Wanê bi avakirina Komîsyona Ewlehiyê ya Hilbijartinê demek dirêje xebatên paratina sindoqan dane destpêkirin û bi 4 hezar û 38 kesî dê 2 hezar û 19 sindoqên bajar biparêzin.
Komîsyona ku xebatên xwe bi dawî kir, şûngirên peywirdaran jî ava kir.
'Hemû gelê me muşahîdê partiya xwe ne'
Berdevkê Lijneya Muşahîdên Sindoqan a HDP'a Wanê Serkan Arslan diyar kir ku her kes muşahîdê partiya xwe ne û ev tişt anî ziman: "Di 7'ê hezîranê de bi organîzasyoenek mezin me pêşiya hîleyên li ser sindoqan pêk bînin girt. Em ê di vê hilbijartinê de jî vê xebatê bimeşînin. Tenê muşahîdên me tune ne. Berê ji 8 parlamenteran 7 parlamenter me derxist û bi vê yekê gelê me nîşan da ku ew muşahîdê partiya xwe ne. Em ê bi gelê xwe re ewlheiya sindoqan bigirin. Tenê dengdayîn ne bes e, ewlehiya sindoqan jî girîng e."
(wk)