DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Arjen Arî li ser gora xwe hate bibîranîn

 
30 Cotmeh
13:59 2015

AMED (DÎHA) - Helbestkarê kurd Arjen Arî di sêyemîn salvegera wefata xwe de ji aliyê malbat û hevalên xwe ve li ser gora xwe hate bibîranîn

Helbestkarê kurd Arjen Arî di sêyemîn salvegera wefata xwe de ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd ve li ser gora xwe hate bibîranîn. Jibilî malbata Arî, KURDÎ-DER, Alîkarê Serokê Giştî yê EMEPÎlhan Elbay û rêveberên kovara Evrencelê jî beşdarî merasîmê bûn. Hevserokê Komeleya Nivîskarên Kurd Omer Dilsoz di bîranînê de axivî û got ku Arî wekî helbestê jiyaye û nirxandina "Ji bo kurdî têkoşiya û di helbestên xwe de kurdî da jiyandin" kir.

Xwîşka wî Necla Arî spasiyên xwe li beşdaran kir û diyar kir ku jiyandina helbestên birayê wê êşên wan hinekî kêm dike. Di bîranîna ku helbest hatni xwendin de piştre qurnefîl danîn li ser gora wî û merasîm bi dawî bû.

(sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN