DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Ji Demîrtaş ji bo hilbijêran bangawaziya dawî

 
30 Cotmeh
09:17 2015

EVRÎM KEPENEK

STENBOL (DÎHA)
- Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku partiya ku dikare hilbijêran bibe li ser sindoqan dê ji hilbijartinan serkeftî derkeve û xwest hilbijêr bêtirs biçin ser sindoqan. Demîrtaş anî ziman ku HDP a ku alternatîfa hilbijartinê ye bi awayeke cidî û amadekar dê riya xwe berdewam bike û nirxandina "Tirkiyeya pêşerojê em ê înşa bikin" kir.

Ji bo hilbijartinan rojek ma û nîqaşên herêmên hatine qedexekirin û ewlehiya hilbijartinan tên kirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn DEmîrtaş hedefên partiya xwe ji DÎHa'yê re nirxand. Demîrtaş gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu yê ji bo PYD'ê nirxand û diyar kir ku AKP bi awayeke aşkera dijminatiya kurdan dike. Demîrtaş gotinên AKP'ê yên ku di demên dawî de ya wekî "Em ne dijminê kurdan e, li wir teror heye em li dijî wî ne" dike bi bîr xist û bilêv kir ku ev rewşa dijminatiyê wekî ku AKP dibêje nîne nifrîneke kurtir e. Demîrtaş gotinên Erdogan ên "Me di demê de mudaxaleyî bakurê Iraqê nekir, îro em ê desturê nedin ku Sûriye wekî bakurê Iraqê bibe" wekî referans nîşan da û got ku ev gotin di esasê xwe de nîşan dide ku li hemberî başûrê Kurdistanê ne û wê derê wekî xetere dibînin, ev gotin vê yekê îfade dike. Demîrtaş anî ziman ku ev dijminatî derketiye holê ku bi PYD, PKK û PDK'ê re têkîldar nîne û wiha berdewam kir: "AKP bi awayeke aşkera dijminê kurdan e. Kurd li Tirkiyeyê an jî yek ji pareçeyeke Kurdistanê yan jî li devereke cihanê; ji bo ku statuyeke, gelek ji bo îradeya xwerêvebirinê dernexîne holê polîtîka meşandin. Wekî ku em dizanin dijminatiyeke kurdan a aşkera heye. Nêzîkatiya AKP'ê vê nîşan dide."

'Heke em ê ji bo îxtidarê alternatîf biafirînin divê em amadekariyê bikin'

Demîrtaş derbirî ku AKP'ê fersenda ku di 2002'yan de bi dest xist ji bo demokratîkbûnê nekarî pêş bixe û tekane tiştaku AKP'ê kiriye îxtidara xwe xurtkirine û ji ber vê yekê jî ev fersend heba kiriye. Demîrtaş got ku bayê guhertinê di hemû beşên civakê de heye û îro jî temsîla vê yekê HDP dike, ji bo guhertin û veguhertina civakê HDP namzeteke baş e û hilbijartinên serokomariyê û 7'ê hezîranê nîşaneya vê yekê ye. Demîrtaş ê nirxandina "Em ê Tirkiyeya pêşerojê înşa bikin" kir got ku ji ber vê yekê jî HDP a ku alternatîfa îxtidarê ye bi awayeke cidî riya xwe berdewam bike. Demîrtaş wiha axivî: "Em tevgereke konjukturel nînin. Belê bingeha me tevgera kurd e. Lokomotîfa esasê têkoşîna azadiya kurd e. Hemû beşên Tirkiyeyê bi çaveke hêviyê li me dinêrin. Divê em jî pratîkeke ku wan qanî dike pêk bînin. Em jî divê wekî hevparên HDP'ê bersivê bidin vî hêviyê. Heke ne wisa be ev ba dê belav bibe."

'Li dijî dîktatoriyê rêveberiya cewherî bi werakî bi parêzin'

Demîrtaş ji bo cihên ku li Kudistanê xwesarî hatin îlankirin jî axivî û got ku dema xweseriyê li rojava vedibêje zehmetiyê dikişîne. Demîrtax destnîşan kir ku hin kes dîktatoriyê bi werekî diparêzen lê ew rêveberiyên cewherî, rêveberiyên edmokratîk, rêveberiyeke herî hemdem bi awayeke fediyokî neparêzin û bi wêrekî biparêzin û wiha pêde çû: "Di pêkanînê de hin caran şaşatî çêdibin. Divê ev bên sererastkirin. Projeye ku wekî xweseriya demokratîk dema ku zirarê bibîne divê mudaxale bê kirin. Statu mafê kurdan e. Em vê jî ji bo Tirkiyeyê pêşniyar dikin. Em mafê wekhevî û welatîbûnê pêşniyarî hemû gelên Tirkiyeyê dikin."

'AKP'ê pêvajoya çareseriyê heba kir'

Demîrtaş qutkirina hevdîtinên di navbera Heyeta Îmraliyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî rexne kir û got ku agahiyeke taybet an jî hêviyeke şenber bide ji wan re nehatiye. Demîrtaş destnîşan kir ku heke pêvajoya aştiyê bi awayeke xurtir bê parastin dê pêvajoya çareseriyê ya ku niha di sarincê de ye dê dîsa bê rojevê. Demîrtaş ev nirxandin kir: "Pêvajoya ku tê gotin pêvajoya Îmraliyê derfeteke ku AKP'ê heba kir bû. Divê em vî fersendê zindî bikin ji bo gelên xwe zindî bikin. Heke piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê em bi hêztir bibin dixwaze AKP be yan jî koalîsyon be divê bi hezaran caran muzakereyê bînin ser ziman û ferz bikin."

'Em dikarin bê rêxistinbûna HDP'ê ve bingeheke civakî bidest bixin'

Demîrtaş got ku HDP ji bo yekîtiya tevgera kurd û hêzên demokrasiyê yê Tirkeyeyê fersendek e û wiha pêde çû: "Li Tirkiyeyê ji bo civakîbûna vê yekê kêmasî hene. di warê birina tax û kolanê de kêmasî hene. Di vî warî de Kongereya Demokratîk a Gelan bêhtir xurtkirin (meclîsên taxan, meclîsên ciwanan) ve em dikarin li rêxistinbûna HDP'ê pêş bixin û li rojava bingeha civakî biafirînin. Em van mijaran nîqaş dikin. Em difikirin ku hamleyên xurtir pêk bînin. Rêxistibûnên nê pêş xistin. Kongreyên nû pêk anîn, amedekariyên me hene."

'Ji sedî 50 civak li benda aştiyê ne'

Demîrtaş got ku şer li rojava şikandineke çêdike û ji ber ku AKP vê yekê baş dizane atmosfera mîlîtarîzmê ya ku şer diafirîne ji bo ku civakê biçewisîne bi kar tîne. Demîrtaş anî ziman ku li Kurdistanê hemû tiştên neyînê yên şer tên jiyîn li rojava jî dibe amîruke çewisandina civakê û wiha pêde çû: "Ev tam jî li hemberî hatine cem hev a tevgera kurd û civaka Tirkiyeyê dibe asteng. Ji ber vê yekê jî divê em di riyên aştiyane de bi israr bin. Em mecbûr in israra şer a AKP'ê xira bikin. Divê em îradeya şer bişikênin û îradeya aştiyê xurtir bikin. Ji sedî 50 civak li benda aştiyê ne."

'Hilbijartineke bê dê HDP ji sedî 40-50 deng bigire'

Demîrtaş têkîldarî hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî texmînên xwe anî ziman û got ku di vî hilbijartinê de nebe jî dê hilbijartineke bê de hedefa wan ew e ku hedefa wan ew e ku ji sedî 40-50 deng bigirin di vî hilbijartinê de jî lêkolînên tên kirin HDP'ê ji sedî 14'an zêdetir nîşan dide. Demîrtaş wiha got: "Me amadekariyên xwe li gorî ji sedî 20 kiribû lê hilbijartineke dubare hate kirin. Ji sedî 15'an derbaskirin ne zehmete jî. Bes bila hemû kes biçin ser sindoqan. divê dengek jî vala neçe. Partiya ku hilbijêrên xwe bibe ser sindoqan dê di hilbijartinan de dengên xwe zêde bike. Em bi hilbijêrên xwe bawer in. Bila netirsin, biçin sindoqan em ê di vî hilbijartinê de jî bi serbilindî derkevin."

'Nîqaşên di AKP'ê de li gorî HDP'ê teşe digire'

Demîrtaş li hemberî helwesta CHP'ê jî axivî û diyar kir ku di CHP'ê de nermbûnek heye lê ev piştî hilbijartinê dikare bê axaftin, tişta ku CHP'ê dide zorê hamleyên HDP'ê ye û heta nîqaşên AKP'ê jî li gorî HDP'ê teşe digirin.

'Mineta me ji bo kesekî tuneye'

Demîrtaş got ku dorpêça çapemeniyê ya li dijî HDP'ê wan matmayî nake û aliyê çapemeniyê ya bîatî dewletê dike neguheriye, heta ev neguhere jî pêkûtiyên bi vî rengî dê bidomin. Demîrtaş destnîşan kir ku dihat gotin ku di 7'ê hezîranê de bi alîkariya çapemeniya navendî ve deng girtine lê ev nirqandineke neqek e û wiha got: "Em dikarin serkeftina xwe nîşan bidin. Niha dema îspatkirina vê yekê ye. Di 1'ê Mijdarê de jî em ê serkeftina xwe ya 7'ê hezîranê nîşan bidin û xurtir bikin. Mineta me ji bo kesekî tuneye."

'Divê em Geziyê mezin bikin'

Demîrtaş têkîldarî berxwedana Geziyê jî axivî û nirxandina "Kovara Turk Solu gote em gazî Taksîmê dikin. Wê rojê civîna min a çapemeniyê hebû. Armanca me piştgiriya Geziyê ye. Rojnamger pirsa 'hûn bi wan re (çepgirên tirk û darbekar) çawa derdikevin Taksîmê' me jî gote em bi nijadperestan re nayên cem hev. Hêj civîna çepameniyê bi dawî nebûbû li televîzyonan nivîs derbas bû. Tişta ku kesên beşdarî berxwedana Gezî bûn hîn bûn ji çaemeniyê bawernekirin bû. Gezî tecrubeyeke girîng e. Hemû nîqaşan heq dike, divê em Geziyê mezintir bikin. Lê hemû jiyana min jî di rewşeke wisa de derbas bû. Tiştên ku li Geziyê hate jiyîn li Amedê her roj dihat jiyîn, parçeyeke jiyana me bû. Me ew tecrube xwest bi Geziyê re bikin yek."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN