DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

'Ji pirsgirêka li geliyê Doskî derkeve dê berpisyar dewlet be'

 
30 Cotmeh
09:07 2015

COLEMÊRG (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê ji bo ku pêşiya nehiqûqiyên ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bigire bê navber xebatên xwe didomîne. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Matîn Besî diyar kir ku dê 2 hezar xebatkar li sindoqan bin û li geliyê Doskî yê ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve "herêma ewlehiyê" hate îlankirin pirsgirêkek derkeve dê berpirsyar dewlet be.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê ji bo ku nehîqûqiyên du di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de derkeve pêşiya wan bigire xebatên xwe didomîne. HDP dê ji bo pêşîlêgirtina nehiqûqiyan li ser sindoqan peywirdaran bi cih bike û ji bo vê yekê jî 2 hezar kes peywirdar kir. li navçeya Şemzînanê 32 hezar û 471, li Çelê 8 hezar û 662, li Geverê 69 hezar û 331, li navenda Colemêrgê jî 47 hezar û 232 hilbijêr hene. Bi tevahî jî 157 hezar û 696 hilbijêr dê biçin sindopan û li navenda Colemêrgê 160 sindoq bên danîn 60 sindoq jiî li gundan bên danîn. Heyeta ji 24 kesan pêk tê ya ÎHD, Baro û parlamenterê alman Jan Van Aken ê li bajar e jî dê hilbijartinê bişopînin.

Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar Şaban Alkan diyar kir ku xebatên wan ber bi dawîbûnê hatiye û wiha axivî: "Ji bo her sindoqên ku hatine danîn 2 muşahîd û berpirsyarê dibistanê amade bin. hevalên me dê bi navenêd re di nava têkîliyê de bin.Ji bo ewlehiya sindoqan hezar û 200 ciwan bixebitin. Li gund û navendê em ê bi gelê xwe re ewlehiyê pêk bînin. 1'ê Mijdarê serkeftinê zêdetir bike."

Piştî 21 salan sindoq tê danîn

Li gundê Kortanîsê ya bi ser Colemêrgê piştî 21 salan sindoq tê danîn. Li gund herî dawî di 1994'an de sindoq hatibû danîn û piştî van salan dê yekem car sindop bê danîn.

Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Metîn Besî anî ziman ku xebatên wan ber ki dawîbûnê ve hatiye û wiha axivî: "Ji bo ku îradeya 7'ê hezîranê bi awayeke xurtir bê nîşandan em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Piştî ku gelê me dengên xwe bi kar anî bila sindoqan bernedin. Em ê bi navenda krîzê re ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin."

'Dê dewlet berpisyar be'

Besî anî ziman ku ji bo welatiyên li herêma geliyê Doskî ku ji aliyê Walîtiya Colemêrgê "herêma qedexe" hatiye îlankirin ji bo welatî bikaribin dengên xwe bi kar bînin û wiha axivî: "Li geliyê Doskê ji ber pevçûna heyî pirsgirêkên ku me nedikarî çareser bikin hebû. Ji aliyê walîtiyê ve heremê ewlehiyê hatiye îlankirin. Me nekarî li wir xebat bimeşînin û hatin astengkirin. Li Doskî di warê ewlehiya sindoqan de pirsgirêkek bê jiyîn dê berpirsyar dewlet e.

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN