DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Yuksekdag: 1'ê Mijdarê fersendek e

 
29 Cotmeh
15:54 2015

WAN (DÎHA)- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di serdana xwe ya esnafan de anî ziman ku esnafên bajar gelek pirsgirêkan dijîn û ji bo ev rewş bê guhertin hilbijartin fersendeke mezin e.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê bênavber xebatên hilbijartinê didomîne. Namzetên HDP'ê yê Wanê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Bedîa Ozgokçe di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wanê esnaf ziyaret kirin. Rêveberên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayika Aştiyê, aktîvîstên KJA'yê jî bi namzetan re tevli xebatan bûn. Namzetên HDP'ê cadeya Cumhuriyetê esnaf ziyaret kirin û qurnefîl belav kirin. Esnafan eleqeyeke mezin nîşanî namzetan dan û piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê anîn ziman, bi dirûşmên "Hevseroka me Fîgen" "Bijî berxwedana gelan" berz kirin.

Yuksekdag dema serdanê de daxuyaniyeke kurt jî da çapemeniyê û got ku gelê Wanê biryara xwe daye û dengê xwe dê bide aştiyê. Yuksekdag wiha got: " Em dibinin ku gel biryara xwe daye û li ser biryara xwe ye. Esnaf dilê Wanê ye. Dema ku te esnafan dît wek ku tu hemû gelê Wanê dibînî Hêviya me ew e ku dê ev kelecan û daxwaz dê roja hilbijartinê û li ser sidoqan jî bê nişandan."

'Esnafên Wanê ji aliyê deynên bacê yekem e'

Yuksekdag li ser rewşa esnafên Wanê rawestiya û destnîşan kir ku esnafên Wanê ji aliyê deynên bacê li Tirkiyê di rêza yekem de ye û got ku heke ew vî firsendê di 1'ê Mijdarê de bi dest bixin dê bikaribin bajarê Wanê dewlementir bikin. Parlamenter û heyeta bi wan re serdanên xwe heya buroya hilbijartinê HDP'ê berdewam kirin. Yuksekdag li buroya hilbijatinê bi gel re hatin cem hev.

(fb/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN