‘7 hazîranê arife bû, 1 mijdarê dê cejin e'
SEMSÛR (DÎHA) –Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê li hemberî dîzî û hîleyên li ser sindoqan pêk tên ji bo hilbijartina 1'ê mijdarê hezar û 300 kes peywirdar kirin. Hevseroka HDP'a bajar Zelîha Karinca anî ziman ku li Semsûrê dê 1393+3 sindoqa bên dayîn û wiha got: “ 93 sandokên ku manê em ê bi muşahitan peywirdar bikin. Bila hemû kes li dengen xwe xwedî derkevin. 7 haziranê arife bû, 1 mijdarê jî dê bibe cejin."
Partiya Demokaratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê j bo hilbijartina 1'ê mijdarê xebatên xwe yên parastina dengan didomîne. HDP’ê ji ber peşiya dizî û binpêkirinên mafan ên di hilbijartinê de pêk tên bigirin dê li ser hemû sindoqan peywirdaran bi cih bikin. HDP'ê got dê li ser 1393+3 sindoqan 1300 kes erkdar bike û 93 sindoqan ku mane jî dê bi muşahîtan bişopînin. Hevseroka HDP’ê ya Semsûrê Zelîha Karinca diyar kir ku 30 parêzer hatine erkdarkirin û wiha axivî: “9 maseyê me ên qrîzê hene. Tevahî 43 kes li ser van masayên hatin peywirdarkirin." Karinca anî ziman ku wan di 7'ê haziranê de tedbîrên xwe yên li hemberî dijî dizitiye û bêhiqûqiyan girtin û dê tedbîrên xwe di 1'ê mijdarê de jî zêde bikin.
Bangavaziya xwedî li dengan derkevin
Karinca li ser pergala peywirdariyê de jî wiha got: “Li navanda bajar 27, Tutê 3, Besniye 8, Golbaşi 7, Samsatê 3, Gergerê 4 û li Kolîke jî 12 ekîbên me ên gerok hene. Ji sindoqên li bajar tên avakirin dê 3 li girtîgehan bên avakirin û tenê li vir tu kesî peywirdar nakin. Lê ekîbên me yen gerok jî dê van sindoqan biparêzin." Karinca bang li hemû hilbejeran kir ku xwedî li dengên xwe debikevin û wiha pê de çû: “Bila hemû kes xwedî li denge xwe derbikeve. 7'ê haziranê ji bo me arife bû, 1'ê mijdarê jî dê ji bo me bibe cejn. Werin em cejna xwe bi hevre pîroz bikin.”
(sde-hyt/bd)