DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Gelo li Rihayê pusulayên dengan hatin çapekirin?

 
29 Cotmeh
13:59 2015

RIHA (DÎHA) - HDP'ê diyar kir ku ew ji bo hilbijartina 1'ê mijdarê amade ne. Parlementerê HDP'ê Osman Baydemir balkişand ser hilbijartina 7'ê hezîranê û got ku AKP'ê dengên blok bi kar anînin û ji wan re agahiyên pusulayên dengan çapkirine û wiha got: "Werin em bi hev re di heman odeyê de hilbijartinê bişopînin û li hemberî hîleyên pêk tên bi hev re bi awayekî adîlane mudaxeleyê lê bikin."

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê di derbarê hilbijartina 1'ê mijdarê de li Otela Harran civîn lidarxist. Di civînê de rêveberên HDP û DBP'ê, namzedên HDP û gelek welatî tevlî bûn. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û got ku ên 400 parlementer dixwastin dê 1'ê mijdarê de hesab ji wan bipirsin û wiha axivî: "Demokrasî, aştî û edalet jî wek av û hewayê pêwîst e. Di 1'ê mijdarê de emê xwe û bajarê xwe bi rê ve birin û em ê ji Tirkiyeyê derîyekî nû vekin. Ji bo vê yekê divê em li erka xwe û sindoqên xwe xwedî derkevin."

'Em amade ne'

Ozbîngol got ku ji bo hilbijartinê amade ne û di derheqê amadekarîyê de ev agahî dan: "Ji bikaranîna dengan heya hejmara dengan û girtek girtinê, ewlehiya sindoqan û torbeyên dengan û di mijarên din de em her tim amade ne. Bi sedan hevalên me bi peywirin û heta hilbijartin bi temamî bi encam bibe emê nobetê bigirin."

'Pusulayên zêde hatin çap kirin'

Parlementerê HDP'ê Osman Baydemîr jî axivî û balkişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di hilbijartina 7'ê hezîranê yên ji aliyê AKP'ê ve hatin kirin û ligel hemû lîstikan ew dê dîsa encamekî baş bigirin. Bademîr bilêv kir ku ger li welatekî lîstikên qirêj tevlî hilbijartinê bibin li wî welatî tu tişt rast nameş e û wiha got: "Ger hilbijartin bi awaeykî zelal û demokratîk bê kirin dê pêşiya wî welatî ronî be. Riha dê 1'ê mijdarê de bibe lokomotîfa aştî û demokrasî ye. Lê mixabin tê gotin ku li Rihayê pusulayên zêde hatine çapkirin û em ji ber vê yekê bi guman in. Divê ev çapxane jî tiştekî wiha nekin û divê bizanibin ev sûçekî pir mezin e. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî dikin ku bila demildest pêşiya van bigrin."

'AKP dengên blok bi kar anîn'

Baydemîr destnîşan kir ku AKP li Sêwregê, Xelîliye, Kanîya Xezala, Herran, Wêranşar û Eyyubiyeyê dengên blok bi kar anînin û wiha axivî: "Vaya Walî, qeymeqam û Lijneya Hilbijartinê jî baş zanî bûn. Ez li vir bang li Farûk Çelîk û CHP û MHP'ê dikim! Bila werin em li odeyekê rûnin û hilbijartinê bi hevdû re bişopînin. Dema hîle çê bûn em bi hevdû re müdaxale bikin û ji bo hilbijartinek adîlane pêk bê."

(msd/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN