DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

HDP: Ji cîranên me yên di pusulayê de baldar bin

 
29 Cotmeh
13:38 2015

AMED (DÎHA) - Rêxistina HDP'ê ya Amedê têkildarî pusulaya dengan a hilbijartina 1'ê mijdarê de hişyarî kir û got li HDP di rêza 11'emîn de ye û li cem wê HKP heye divê hemû welatî li hemberî vê yekê baldar bin û bi şaşî dengê xwe nedin wê partiyê.

Rêxistina HDP'ê ya Amedê got ku di pusulaya dengan a bajar de HDP di rêza 11'emîn de ye û di rêza 10'emîn de jî Partiya Rizgariya Gelan (HKP) û di rêza 12'an jî BBP heye û ji ber şibandina navan divê hilbijêr şaştiyan nekirin û di vê mijarê de baldar bin. Serokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Omer Onen diyar kir ku tenê welatî biçin ser sindoqan têrê nake û divê dengên xwe bi rast bikarbînin.

Onen anî ziman ku di hilbijartina 7'ê hezîranê de ji ber şibandina nav gelek dengên şaş hatin bikaranîn. Onen bilêv kir ku di hijartina borî de ji ber navê DBP'ê û BTP nêz ev bûn gelek deng ji BTP'ê bi şaş hat dayîn. Onen destnîşan kir ku dibe di hilbijartina 1'ê mijdarê de jî heman şaşîtî pêk bên û ji ber ku di rêza 10'an de HKP û di rêza 12'emîn de BBP hene û di navbera wan de yanî di rêza 11'an de jî HDP hene, ji ber vê yekê divê hemû welatî û hilbijêr gelek baldar nêzî pusulayên dengan bibin.

'Em naxwazin tenê dengek vala biçe'

Onen got, "Divê yên xwendin û nivîsandina wan tuneyî û pit li gorî vê yekê bên hişyarkirin û pusulayê bi wan bidin hînkirin. Pişt re jî dara jiyanê ya HDP'ê heye. Divê welatiyên me dara jiyanê ya HDP'ê bibînin û mohra xwe li wê bidin. Divê tu dengên me vala neçin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN