Leşker xebatên HDP'ê asteng dike
29 Cotmeh
13:37
2015
BALIKESÎR (DÎHA) - Li navçeya Edremîtê ya Balikesîrê leşker "danezana hilbijartinê" wekî hincet nîşan dan û xebatên HDP'ê asteng kir.
HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li gundê Mehmet Alan ê navçeya Ederemîtê ya Balikesîrê xebatên xwe didomîne. Leşkeran pêşiya HDP'iyan girtin û bi hinceta "danezana hilbijartinê" qedexeye asteng kir û nasnameyên wan kontrol kirin. Piştî kontrolkirina nasnameyan gefa "heke xebatên xwe bidomînin wan binçav bikin" li HDP'iyan xwarin.
Seroka HDP'ê ya Edremîtê Hurriyet Kizil diyar kir ku ew astengiyên li pêşiya wan tê derxistin qebûl nakin û ew ê xebatên xwe bênavber bidomînin.
(wk)