Dozgerê Serayê jî meraqa dengên HDP'ê kir
WAN (DÎHA) - Li navçeya Seray a Wanê dozgerî serokê 24 sindoqan û gelek muxtar vexwend îfadeyê û pirsa "Çima AKP kêm deng wergirt" ji wan kir.
Li navçeya Seray a Wanê ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de ji sedî 94,3 deng girtibû, dozgerî serokê 24 sindoqan û muxtaran vexwend îfade dayînê. Hate zanîn ku dozgerî ji serokên sindoqan û muxtaran pirsa "Çima AKP deng hindik girt? Kê hun tehdît kirin?" kiriye. Serokê sindoqan û muxtar li hemberî van pirsan diyar kirin ku tu kes zext li wn nekiriye û gel bi vîna xwe ya azad dengên xwe dayê HDP'ê.
(sy)