'Weke zarokê me hatiye em dê keyfxweş bin'
ŞIRNEX (DÎHA) - Malbatên li Cizîrê di 9 rojên qedexeya derketina kolanan de windakirin diyar kirin ku AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe komkujî pêk anîna lê HDP dê welat ji vê yekê xilas bike û wiha got: "Yên dixwazin bi zarokên xwe re bijîn bilda dengê xwe bidin HDP'ê. Heke HDP serbikeve weke zarokên me paşve hatine em dê keyfxweş bin."
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9 rojên rewşa awarte lê hat îlankirin de 22 welatî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Hêviya malbatên zarokên xwe windakirin serkeftina HDP'ê ye. Dayîka zarokê bi navê Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî yê ku ji ber nexweşiyê ji ber dorpêça polîsan nebirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da Sosin Yaramiş diyar kir ku AKP weke çeteyên DAIŞ'ê êrîş derdorê kir û pêşiya vê yekê dê HDP bigire. Yaramiş anî ziman ku AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe bi sedan mirov qetil kirin û ji welat re aştî dê bi serkeftina HDP'ê pêk bê û wiha got: "Êşa me hêj zîndî ye û dayîn hêj digirîn. Heke HDP serbikeve em dê hinek rihet bibin. Divê hemû kes li hemberî van êşan destê xwe danîn ser wijdana xwe û dengê xwe bidin.
'Yên dixwazin bi zarokên xwe re bijîn bila dengê xwe bidin HDP'ê'
Dayîka Saît Çagdavul Gurbet Gagdavul jî diyar kir ku divê hemû kes li hemberî komkujî û êşên pêk tên destê xwe bidin hev û wiha got: "Riya êdî dayîkên gerîla û leşker negirîn ji serkeftina HDP'ê re derbas dibe." Çagdavul anî ziman ku tiştê dayîkekê xemgîn bike û têk bibe zarokê wê bê sûc bê qetilkirin e û wiha axivî: "Êşa dilê me gelek mezin e. Ji bo ev êş bi dawî bibe em dê deng bidin HDP'ê. Yên dixwazin bi zarokên xwe re bijîn û ji bo aştiyê divê dengê xwe bidin HDP'ê."
'Yên deng didin AKP'ê sibê nikarin berê xwe bidin rûyê zarokên xwe'
Çagdavul da zanîn ku sedema hemû komkujiyan heskirina AKP'ê ya desthilatdariyê ye û wiha bang li kesên deng didin AKP'ê kir: "Dibe ku hûn niha ji berjevendiyên xwe dengê xwe bidin AKP'ê lê sibê hûn nikarin di nava van kolanan de bigerin û berê xwe bidin rûyê gel. Ji ber ku we deng da qatilê xwe ji ber ku we deng da qatilê xwe zarokên we we efû nakin. Bi firkirin partiya ji bo qorsiya xwe komkujiyan dike li Şirnexê 4 wekîl qezenc kirin. Ji me re ji bilî tank, top, mirin û komkujiyan tiştekî din nayne."
'Heke HDP serbikeve weke zarokê me paşda hatiye em dê keyfxweş bin'
Bavê Osman Çagli Nurî Çagli jî wiha got: "Ji bo hemû komkujî û zextan rawestînin divê HDP serbikeve. Divê kesên dengên xwe didin AKP'ê ya komkujiyan dike fedî bikin." Çagli anî ziman ku incax HDP welat ji vê yekê xilas bike û wiha axivî: "Hikûmetê ewqas zext li ser me kirin, heke HDP serbikeve weke zarokê me paşve hat em dê keyfxweş bibin."
(bd)