Agirî dê careke din jî şans nede AKP'ê!
AGIRÎ (DÎHA) - HDP a ku li Agiriyê di hilbijartinên hezîranê de 4 parlamenter jî qezenc kir di vî hilbijartinê de jî hemû kes li ser hemfikr in. Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku rengê dengên wan diyar e û tu şansê AKP'ê li bajar tuneye.
Li Agiriyê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP bû partiya yekemîn û 4 parlamenter derxist û AKP li bajar bû partiya tabeleyê. AKP ji bo ku bikaribe parlamentereke derxîne lîsteya xwe guherand lê HDP bi biryar e ku şand nede û serkeftina xwe dubare bike. Welatiyên Agiriyê diyar kir ku AKP dê li bajar careke din têk biçe û bang li hemû kesan kirin û xwesitn biçin denên xwe bi kar bînin.
Welatiyê bi navê Hanîfî Şabaş ê li Bazîdê esnaf e diyar kir ku AKP'ê îradeya ku gelê Agiriyê nîşan daye hezm nekiriye û her roj hilbijartin bê kirin jî dê encameke cuda dernekeve. Şabaş anî ziman ku HDP dê 4 parlamenteran derxîne û li Tirkiyeyê jî HDP ji sedî 30 deng bigire. Şabaş xwest hemû kes biçin li ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.
Esnafê bi navê Omer Kavîtaş jî anî ziman ku ew ê di hilbijartinan de cerake din dengê xwe bide HDP'ê û ev encama ku HDP'ê li Agiriyê girtiye naguhere, tu îhtimala ku AKP li Agiriyê îhtîmala ku parlamenteran derxîne tune.
Welatiyê bi navê Mehmet Onder jî xwest hemû kes biçin û dengên xwe bi kar bînin.Onder got ku bi salan li hemberî gelê Agiriyê neheqî hatiye kirin û divê gelê kurd êdî li dora partiya xwe kom bibe û nirxandina "Bi salan ji bo ku partiya me di bin bendê de bimîne çi ji destên wan kirin " kir.
Em ê dengê xwe bidin aştiyê
Serayî Kaya ya j Giyadînê jî got ku di hilbijartinên din de gel HDP tercih kiriye HDP hêviyê hemû kesan e. Kaya anî ziman ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji bo qesra xwe şer daye destpêkirin û ev tişt anî ziman: "Bila Erdogan û AKP kesekî netirsînin. Me hemûyan jî qetil bikin em ê dengê xwe dîsa bidin aştiyê."
Jina bi navê Sabîha Mert jî diyar kir ku AKP îradeya gel qabûl nake û ji bo ku vî îradeyê bidin qebûl kirin pêwîst be dê her roj jî biçin ser sindoqan û AKP a ku zarokên xizanan dişîne şer li Agiriyê navê wî jî nemay.
(sa)