DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

'HDP wekî dara zeytûnê bi xêr û bêr e'

 
29 Cotmeh
09:01 2015

HATAY (DÎHA) - Hilbijarên Reyhanê ya Hatayê diyar kir ku wekî di 7'ê hezîranê ew ê dengê xwe dîsa bidin HDP'ê û got ku ew piştgiriyê didin projeya HDP'ê. Pîrejina bi navê Necla Akçay ddiyar kir ku HDP partiyeke bi xêr û bêr e û ev tişt anî ziman: "Em xwe di bin siya darê de bi ewle dibînin û ew her tim qala aştiyê dike. Ew bereketa dara zeytûnê di vê partiyê de ye û dengê me ji HDP'ê re ye."


Şerê ku li Sûriyeyê didome herî zêde bandorek xwe li ser bajarên ser sînor dike. Ji van bajaran yek jê jî Hatay e. Gelê Hatayê ji ber şerê Sûriyeyê û êrîşên dewletê yên bi salan e li ser wan didome bêzar bûne. Gelê Hatayê ragihand ku ew ê wekî di hilbijartina 7'ê hezîranê di hilbijartina 1'ê mijdarê de jî dengê xwe bidin projeya HDP'ê ku hemû gel û baweriyên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn di nava xwe de dihewîne.

Welatiyên elewî yên li gundên Gunyazi û Doganê yên Reyhana Hatayê dijîn diyar kir ku bi salan e fêdeya hikûmetê negihîştiye wan û da zanîn ku gotinên HDP'ê ji wan re rastir tê.

'Dengên malbatekê bûn du beş'

Jina bi navê Sevîm Ateş a ku li gundê Gunyaziyê dijî diyar kir ku di aliyê aborî de her tim pirsgirêkan dijîn û heta niha tu fêdeya hikûmetê negihîştiye wan. Ateş anî ziman ku HDP wekî partiyên din bi gotinên bêbingeh gel naxapîne û got ku pergala HDP'ê daniye holê ji bo hemû gelan e.

Ateş da zanîn ku ji ber vê yekê ew ê dengê xwe bide HDP'ê. Ateş bilêv kir ku wan heta niha dengê xwe didan CHP'ê û ji niha şûnde dengê malbata wan bûye du perçe û ev tişt anî ziman: "Beşek ji me emê dengê xwe bidin HDP'ê û beşa din jî dê bidin CHP'ê. Ez ê di hilbijartina 1'ê mijdarê de dengê xwe bidim HDP'ê."

'Ji 10 dengan 5 jê yên HDP'ê ne'

Ahmet Yikilmaz jî got ku heta niha wan dengê xwe dida CHP'ê û got ku wekî şêniyên gund dê kevneşopiya xwe biguherînin. Yikilmaz derbirî ku di malbata wan de 10 deng hene û 5 jê HDP û 5 din jî bidin CHP'ê.

'Dengê min ji HDP'ê re ye'

Pîrejina 80 salî Necla Akçay amblema HDP'ê şiband wekî dara zeytûnê û got ku li li gundê wan darên zeytûnê gelek in. Akçay anî ziman ku darê zeytûnê gelekî bi xêr û bêr e û da zanîn ku ew 12 mehan ji zeytûn, rûn û ava wê fêdeyê digirin. Akçay bilêv kir ku di demsala havînê de jî xwe didin ber talda siya dara zeytûnê û bi vî awayî xwe ji germê diparêzin. Akçay destnîşan kir ku ya herî girîng jî piştî kewê spî, dara zeytûnê wekî sembola aştiyê tê naskirin û ev tişt anî ziman: "Em xwe di bin siya HDP'ê de bi ewle dibînin. Her tim ew qala aştiyê dike. Yanî ew xêr û bêra dara zeytûnê di vê partiyê de heye. Ji ber vê yekê dengê min ji HDP'ê re ye."


'Ji ber piştevaniya şoreşa Rojava dike dengê min ji HDP'ê re ye'

Welatiyê bi navê Necmettîn Biyikli yê ku li gundê Doganê dijî diyar kir ku hewceya Tirkiyeyê jî wekî Rojava bi demokrasiyê heye. Biyikli da zanîn ku li Sûriyeyê hêza tekane ya li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê şer dike kurd in û got ku ji ber ku HDP piştevaniya şoreşa Rojava dike ew ê dengê xwe bide HDP'ê.

Biyikli anî ziman ku PYD sînorê Tirkiyeyê jî diparêze û got ku hikûmeya AKP'ê tehemulî vê yekê nake, hewl dide PYD û Rojava li ber çavên gel reş bike. Biyikli bilêv kir ku divê teqez di hilbijartinê de her kes piştevaniya HDP'ê bike û wiha axivî: "Hêza tekane ku demokrasiyê bîne Tirkiyeyê HDP ye. Ji ber vê yekê ez ê dengê xwe bidim HDP'ê."

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN