Banga xwedî li dengan derbikevin
STENBOL (DÎHA) - Piştî komkujiya Enqere sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên demokratî hatin cem hev û bi dirûşmeya "Em dê bi hev re ber xwe bidin. Em dê bi hev re qezenc bikin" banga xwedî li dengên hilbijartina 1'ê mijdarê derbikevin kir.
Sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk piştî komkujiya Enqere ya di 10'ê cotmehê de pêk hatî hatin cem hev û têkildarî hilbijartinê de li Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di salonê de pankarta "Em dê bi hev re ber xwe bidin. Em dê bi hev re qezenc bikin" hat daliqandin. Endama Tevgera Hezîran a Yekgirtî ya Tirkiyeyê Guler Umut daxuyaniya hevpar xwend. Umut diyar kir ku êrîşên AKP'ê û rejîma qesrê zêde bûn û AKP li hemberî muxalefeta gel ji bo desthilatdariya xwe bidomîne komkujî pêk anîn û wiha got: "Tenê di nava mehekê de li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê bi dehan jin û zarok qetil kirin. Li Amed û Pirsûsê bi êrîşên bombeyî aştî hedef girtin. Namerdiya herî dawî di 10'ê cotmehê de li Enqere li hemberî azadî, aştî û demokrasiyê êrîş kirin û bi sedan welatiyên me qetil kirin."
'Em ji ewlehiya hilbijartina 1'ê mijdarê bi guman in'
Umut anî ziman ku Qesir ji bo desthilatdariya xwe bidomîne civakê dixwaze bitirsîne û bitepisîne û wiha axivî: "Em destûrê nadin vê yekê. Em baweriyê bi tu tiştê desthilatdar dibêje nakin. Em bawer nakin." Umut da zanîn ku ew ji ewlehiya hilbijartina 1'ê mijdarê bi guman in.
'Incax mudaxalefeta gel AKP'ê têk bibe'
Umut bilêv kir ku AKP ji bo li gorî xwe encamekê derbixe dê serî li her cure hîleyan bide û wiha axivî: "Ew bi rêxistinîne. Divê em jî xwe rêxistin bikin. Incax li hemberî rêxistinekî sûc muxalefeta gel vê yekê têk bibe. Divê hemû kesên li hemberî Qesrê û AKP'ê bên cem hev û piştevaniya hev bikin."
'Em banga li hemberî hîleyan amade bin dikin'
Umut destnîşan kir ku ewlehiya hilbijartinê ji ewlehiya sindoqan wêdetir dest digirin û wiha pê de çû: "Divê hemû hêzên muxalîf ên civakî, karker û hemû bindest bi awayekî kordeneyî tev bigerin û li hemberî êrîşên berî hilbijartinê û di roja hilbijartinê de pêk bînin amade bin. Em bang li hemû kesî dikin li hemberî hîleyên pêk tînin amade bin."
Saziyên piştgirî dan deklarasyonê wisa ne: Adam-Der, Aka-Der, Dayîkên Aştiyê, Bloka Aştiyê, Hewildana Jinê ya Ji bo Aştiyê, Kovara Başlangiç, Tevgera Hezîran a Yekgirtî, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasî, Komeleya Elewiyên Demokratîk, DÎSK, Weşanxaneya Düşeyazanlar, EMEP, EHP, Eniya Ked û Azadiyê, Goç-Der, Komeleya Jinan a Gokkuşagi, Halkevlerî, HDK, HDP, Îday-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Odeya Tabîban a Stenbolê, Kaldiraç, KESK, Konked, Kuzey Ormanları Savunması, NÇM, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Partîzan, Politeknik, Meclîsa Siyaset, Komeleya Xweşikbûn û Parastina Gezî Taksîmê, Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê ya Stenbolê, TUAD, UİD-Der, Tura Piştevanî û Ragihandina Zanîngehên Weqfê û YAKAY-DER
(bd)