DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Yuksekdag: Li hemberî me hişmendiyekî hilbijartinên 1'ê mijdarê jî dê nas neke heye

 
28 Cotmeh
12:13 2015

WAN (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di pêvajoya 1'ê mijdarê de rastî êrîşên AKP'ê hatin û weke rêveberiya cuntayê darbe kirin û wiha got: "Li hemberî me hişmendiya hilbijartina 1'ê mijdarê nas neke heye. Yên bi zorê Tirkiye birin hilbijartinê bêyî fedî bikin peyamên encamên hilbijartina 1'ê mijdarê nas nekin didin. Ji bo şaxên dawî yên demokrasiyê bigirin divê hêj bi biryar û bi seknekî bi biryar pêk bînin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Wanê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Yuksekdag berî tevlî hin vekirinên xizmetên şaredariyên DBP'î bibe li avahiya HDP'ê ya Wanê bi rojnamegeran re hat cem hev û têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî dan. Parlementera Wanê Tuba Hezer û Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî jî tevlî civînê bûn. Di civînê de ewil Hevserokê HDP'ê yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û diyar kir ku di demên dawî de AKP'ê bi polîsan bajar dorpêç kiriye û li ser hilbijêran zextan pêk tînin ku deng bidin AKP'ê.

'AKP bi eşqiyatiyê deng kom dike'

Pişt re Yuksekdag axivî û wiha got: "Divê gelê me li hemberî xebatên hilbijartinê yên qirêj bawer nekirin. AKP propagandeyekî gelek qirêj dike. Gelê Wanê baş dizane kî çawa li bajar deng kom dike baş dişopîne. Bajar di bin dorpêçkirina polîs û leşkeran de ye û hişmendiya AKP'ê bi polîs û leşkeran re xebatên hilbijartinê dike. Gefan li hilbijartên dixwin. Keyayan tehdît dikin. Heke li vî bajarî yek bi eşqiyatiyê dengan kom bike ew jî AKP ye. Êdî li vî bajarî AKP tu wekîlan naderxe. Ne mimkûne AKP bi gef û zextan dengan kom bike. Ev bajar vê yekê qebûl nake. Gelê Wanê dê di 1'ê mijdarê de bersiva AKP'ê bide."

'Li 5 bajaran li hemberî partiya me êrîş zêdebûn'

Hilbijartinên 1'ê mijdarê hilbijartina bi darê zorê bû. Li weke hemû bajarên Tirkiyeyê em li Wanê ji bo zorê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Li hemberî gelên Tirkiyeyê hilbijartinekî bi zorê pêk anîn. Gel vê yekê qebûl nakirin. Em bi şertên awarte diçin hilbijartinê. Piştî hilbijartina 7'ê hezîranê AKP'ê û qesrê dît ku bi riyên asayî nikarin bibin desthilatdar dest bi zextan kirin. Êrîşên li hemberî partiya me li 5 bajaran zêde bûn. Teqez em ji sekna xwe tawîzê nadin.

'HDP ji gelan re bû vebijêrka 4'emîn'

Ji xwe pergala berê xitimîbû. AKP'ê di nava 13 salan de tu reformên demokratîk nekirin. Hêza di destê xwe de ji bo demokrasî û çareseriyê pêk neanîn. Di 7'ê hezîranê de gelên Tirkiyeyê planên AKP'ê û qesrê dîtin û li hemberî vê yekê tabloyekî pirwekîlê derxist. Siyaseta desthilatdar bi salan ji gelan re 3 vebijêrk danîn. HDP jî ev derxistin 4'an. Li hemberî daxwaza gelê me şerekî mezin dan destpêkirin. Li hemberî daxwaza civaka Tirkiyeyê şerê topyekûn dan destpêkirin. Hegemonyaya AKP'ê dixwaze gelan paşda bibe. Her dengê didin HDP'ê ji bo Tirkiyeya nû ye. Naxwazin gelên Tirkiyeyê pêş de biçin.

'Hikûmeteke rêbir heye'

Armanca yên ku di operasyonên leşkerî de israr dikin heye ew jî ji bo rejîm gavavêtin e. Qesrê bi filî rêveberî desteser kiriye. Hikûmet û serokwezîrekî nehatine hilbijartin hene. Li pêşberî me hikûmetekî rêbir heye. Hikûmetekî ku wekî wekîl nehatiye hiilbijartin hatiye avakirin heye. Ji 5 mehan heta niha Tirkiye ji aliyê hikûmete rêbir ve tê rêvebirin. Hiqûq û makeqanûnê bin pê dikin û Tirkiyeyê birêve dibin. Bêhiqûqiye ku Makeqanûnê 82'yan jî derbas dikin pêk tînin. Gelên me nizanin dê sibeha 1'ê Mijdarê çi bijin. Vî tirsê ferz dikin.

'Wekî rêveberiya cuntayê darbe dikin'

Wekî rêveberiya cuntayê darbe dikin. Em bi êrîşên ku cunta û faşîzmê derbas dikin re rû bi rû ne. Li hemberî me feraseta ku dê hilbijartinên 1'ê mijdarê jî nas nekin heye. Yên ku Tirkiye bi zorê birin hilbijartinan bêyî ku şerm bikin peyama ku dê encama hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî nas nekin didin. Ji bo ku em şaxên dawî yên demokrasiyê bigirin bêhtir divê bi bîr yar bin. Ji ber ku 400 parlamenter dernexistin civak birin nava şer.. Heke em desturê bidin ew di 1'ê mijdarê de bi ser kevin dê gelên Tirkiyeyê bibin nava şerekî mezintir. Ji bo îxtidara xwe ciwanên me feda dikin.

'Komar hê jî nebûye komereke demokratîk'

Di salvegera 97'emîn a komarê de, komar hê jî demokratîk nebûye. Îro hewl didin komara qesrê ava bikin. HDP'ê xeyalên wan ên komara qesrê pûç kir. AKP kur. elewî, jin û ciwanan red dike û bi vî rengî serkeftina wî nepêkan e. Di sedsala 21'emîn de bi vî rengî nikare xwe biparêze. Îradeya gelan qebûl nekirin. Têkoşîna me ji bo qabûlkirina îradeya gel û pêkanîna demokrasiyê ye.


'Wanî rastiyan dibînin'

Welatiyên Wanê van rastiyan dibînin. Wanê tehdîdên li hemberî xwe dibînin. Serokwezîr li qada Wanê bi torosên spî ve gel tehdîd kir, gelê Wanê bi mehan e li hemberî cîpên reş têdikoşin. Her roj cenaze tên van axan. Li kolanên Wanê ciwanên me tên tehdîdkirin. Li ser navê HDP'ê belavokan belav dikin. Ji bo dengen ruşwetê dixwazin bidin gelê me. Li Wanê holîtîkayên neexlaqî xistin dewreyê. Li hemberî van êrîşên neaqilane gelê Wanê dê ji bo edaletê dengê xwe bi kar bîne. Em ê di 1'ê Mijdarê de bi piştgiriya gelê xwe bi ser kevin."

(bd/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN