DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

'Divê AKP biçe!'

 
28 Cotmeh
10:17 2015

AYŞE KURAN

STENBOL (DÎHA)
- Hunermendan anîn ziman ku huner li dijî neheqiyan sekneke û nirxandina "Ji bo welateke ku em hemû dikarin bihevre bijîn, hemû qatlîam û pêkûtî bi dawî binin divê AKP biçe" kirin. Hunermendên ku diyar kirin AKP a ku li hemberî afrîneriya hunermendan asteng e divê biçe wiha bi gotina "AK bû bela serê vî welatî. Divê AKP biçe ku welat ji vî xuzikê xilas bibe" banga çûyîna li ser sindoqan kirin.

Hunermend Emre Saltik, Ezgînin Gunlugu, Gurup Vardiya û hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) di van demên ku ji bo hilbijartinan çend roj mane pirsên wekî "çima AKP divê biçe" "Çima HDP" bersivandin. Hunermendên ku diyar kirin ku huner sekna li dijî neheqiyê ye anîn ziman ku AKP jibilî qatlîaman polîtîkayê nafirîne. Hunermandan dan zanîn ku divê di hilbijartinên 1'ê mijdarê de hemû gelên bindest li dora HDP'ê kom bibin û 1 Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê bi serkeftina HDP'ê ve du serkeftinan pîroz bikin. Hunermendan destnîşan kirin ku AKp di 1'ê mijdarê de dê serî li hîleyan bide û banga çûyîna li ser sindoqan kir.

Saltik: Li dijî lîstikên AKP'ê yên stratejîk divê biçin ser sindoqan

Hunermend Emre Saltik ê nirxandina "Ji bo welatike ku em hemû bihevre bijîn divê AK biçe" kir got ku ji bo ol, bawerî û çandên cuda ji bo ku bikaribin bihevre bijîn AKP biçe. Saltik bilêv kir ku li Ewropayê hilbijêr xwedî li sindoqan derketin û heman bihistiyarî divê li Tirkiyeyê bê nîşandan. Saltik nirxandina "Ên ku Cejna Komarê nas nakin ji bo ku deng neyên bikaranîn 4 roj betlane îlankirin. AKP ji neçûyîna li ser sindoqan stratejiyan pêş dixe. Divê biçin ser sindoqan û deng bi kar anîn."

Ezgînîn Gunlugu: AKP bela serê vî welatî ye

Gîtarîsta koma muzîkê ya Ezgînîn Gunlugu Sedat Yapici jî nirxandina "AKP bû bela serê vî welatî. Divê AKP biçe ku welat ji vî xuzikê xilas bibe" kir û bal kişand li ser feraseta AKP'ê. Yapici anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê hemû qatlîam û pêkûtî bi dawî bibin AKP biçe.

'Ji bo hunera azad divê AKP biçe'

Hunermenda NÇM'ê Havva Altug bilêv kir ku ji bo hunera azad AKP biçe. Altug diyar kir ku AKP'ê jibilî qatlîaman tiştek nekiriye û nirxandina "Ji bo qatlîam bi dawî bibin divê AKP biçe" kir. Hunermenda NÇM'ê Kadîr Çat jî got ku hilbijartinên 1'ê mijdarê girîng in û ev tişt anî ziman: "Hilbijartinên 1'ê Mijdarê şerê demokrasiyê ya gelan e. AKP vî hilbijartinê wekî şerê man û nemanê dibîne. Ji bo ku nelirêtî, diziyên AKP derkevin holê AKP biçe."

'Em ê di 1'ê Mijdarê de du cejnan pîroz bikin'

Hunermendê NÇM'ê Mehmet Karakiş jî bilêv kir ku ji ber ku AKP'ê hilbijartinên 7'ê Hezîranê hezm nekir diçin hilbijartinên 1'ê Mijdarê û wiha got: "Lê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya cihanê ye. Em ê du cejnan pîroz bikin. AKP dê têk biçe. Ev serkeftina HDP'ê dê bibe serkeftina Kurdistan û Rojhilata Navîn."

Muzîkjenê Navenda Çanda MED'ê Baran Bozyer jî got ku huner lihemberderketina neheqiyê ye û divê li dijî AKP a ku qatlîaman ji bo xwe wekî heq dibîne têkoşîn bê dayîn. Bazyer bang li hemû kesan kir û xwet biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.

'AKP a ku afrîneriya hunermendan asteng dike biçe'

Ji Koma Muzikê ya Vardiyayê Kenan Agbulut jî nirxandina "Ji bo nîzameke adil û wekhev HDP" kir û anî ziman ku divê di hilbijartinan de ji bo HDP'ê piştgirî bê dayîn. Agbulut diyar kir ku ji Gezî heta Rojava HDP mewziyekî têkoşînê û divê hemû gel li dora HDP'ê kom bibin. Agbulut destnîşan kir ku AKP êrîşî nasnameya hunermendan jî dike û nirxandina "Divê AKP a ku afrîneriya hunermendan asteng dike biçe" kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN