DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bi ruhekî komunal kursên KÇHR’ê dest pê kirin

 
28 Cotmeh
09:07 2015

RIHA (DÎHA) – Komeleya Çand û Hûnerê a Rihayê dest bi xebatên xwe yê rihekî komunal didin meşandin kir. Şagirtên ku tevlî qursan dibin bang li ciwanan kirin ku tevlî qursan û jiyana komunal bibin kir.

Komeleya Çand û Hûnerê a Rihayê (KÇHR) bi 150 xwendekaran re dest bi qursên xwe yê salê kirin. Li KÇHR’ê dersên wek erbanê tenbûr, gîtar şano û hwd. bi awayekî komunal pêkt ên û rastî alaqeyeke mezin tên. Li KÇHR’ê xebatên ku hatin destpêkirin bi rihekî komunal didomê. Şargirt û xebatkaran diyar kirin ku ew ji bo çanda xwe bidin jiyandin li KÇHR’ê ne.

‘Werin em jiyana komunal bi hev re bijîn’

Xwendekarê bi navê Şakîr Ayan sedema xwe ya hatina KÇHR’ê wiha vegot: “Ji ber ez dîroka kurdan ji nez de nasbikim ez hatim vir. Li Rihayê jî firsateke wiha encex min li vir dît. Ji ber vê jî ez li virim.” Ayan diyar kir ku ji ber ciwanên kurd dîroka xwe nasbikin bila werin KÇHR’ê û tevlî jiyana komunal bibin.

Şagirta bi navê Beyaz Bayram jî wiha got: “Wek ciwaneke kurd, ji ber ev der cihe ku herî nezîkî minê û cihekî ez çanda xwe lê bidim jiyandinê ez li virim. Bila hemû ciwanên kurd jî bên vir.”

Li gorî hewcehiyan berhemên çandî derdixin

Xebatkarê KÇHR’ê Mehmet Emîn Isî jî li ser xebatên komeleyê yên çandê rawestiya û diyar kir ku divê li cihanê jiyana komunal bê avakirin û ji ber vê jî wan komuna çandî ava kiriye. Isî derbirî ku xebatên wan edî tevahî li ser komunal in û wiha got: “ Komuna muzîkê ya cuda heye. Armanca komunên me ew ê ku ji hereme bidin dest pê kirin. Li gorî pewistiye gelê Rihayê, li gorî çand û muzîka wan em berhemê xwe derdixin.” Isî da zanîn ku armanceke wan jî ew ê ku ciwanên ku bi tiryakê tê jiyana civakî û komunal tên dûrxistin ji nû vê wan qezenc bikin û wiha axivî: “Armanca me ya din jî ew ê ku em çanda xwe ya winda dibê bidin jiyandin.”

‘Werin di komunan de cih bigrin’

Isî dawiya axaftina xwe de wiha bang li ciwanan kir: “ Ji ber em armancên xwe bînin cih em dixwazin hemû kes were li çanda xwe xwedî derkevê û di komunên çandê de cih bigrin.”

(sde/bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN