DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Yuksekdag: Gelê Wanê dê bi 8 wekîlan dersê bide AKP'ê

 
27 Cotmeh
16:57 2015

WAN (DIHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di vekirina otogara Erdîşê de axivî û diyar kir ku gelê kurd li hemberî gefan serî natewîne û gelê Wanê dê di hilbijartinê de bi 8 wekîlan dersekî baş bide AKP'ê.

Otogara Erdîşê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve li navçeya Erdîşê hatî çêkirin ji xizmetê re hat vekirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarên Wanê Hatîce Çobatn û Bekîr Kaya û bi hezaran welatî tevlî vekirinê bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di vekirinê de axivî û diyar kir ku peywira şaredariyên DBP'î ya sereke ji gel re xizmet e û ligel hemû astengiyan dê xizmetekî baş bikin. Yuksekdag anî ziman ku 20 hevşaredara hatin girtin û wiha got: "Nikarin me bitirsînin û em ji rêya xwe venagerin."

Yuksekdag da zanîn ku gelê Wanê di hilbijartinên 7'ê hezîranê de terciha xwe li hemberî HDP'ê bikaranîn û wiha axivî: "Hikûmet li hemberî yekîtiya gelê Wanê tehemûlê nîşan nade. Hûn nikarin terciha gel lêpirsîn bikin. Êrîşên li hemberî bijarteyên me dikin ji ber ku gel ji xwe baştir dibînin e. Ji ber ku gelê Wanê yên rast û dirûst hilbijartin hesuduyê dikin."

'Gelê Wanê dê bi 8 wekîlan dersê bide AKP'ê'

Yuksekdag da zanîn ku gelê Wanê dê di 1'ê mijdarê de bi 8 wekîlên hilbijêre dersekî baş bide AKP'ê û wiha pê de çû: "Gelê Wanê her tim tercihên rast kirin. Dê di hilbijartina 1'ê mijdarê de jî tercihekî baş bike. Em dê wê demê jî xwedî li hemû bijarteyên xwe derbikevin. Dibe ku hevşaredara me Dîba li vir nebe lê keda wê li vir e."

'Em dê bi xwedîderketina rêveberiya cewherî gelên xwe bilind bikin'

Yuksekdag got "Em dê bi parastina vîna rêveberiya cewherî gelan bilind bikin" û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em hemû asteng derbaskirin û me meşiyan. Em li her derê digerin. Em bi pereyên di qotiyên solan de nehatin xwedîkirin û em ji gelê xwe hêzê digirin. Em tim layîqî dengên gelê xwe yên paqij dibin. Bijarteyên me ji ber dizî û nelirêtiyê nehatin kirin ji ber vîna xwe nîşandan hatin girtin. Bi van girtinan nikarin gel têk bibin. Em dê bi we hilberîna xwe bidomînin. Tenê bi çeperên me qezenckirin xwe nakirin. Em dê bi xizmetên nû bikin û çeperên nû qezenc bikin."

'Vî gelî serî li hemberî gefan netewat'

Yuksekdag bilêv kir ku Serokwezîr Davutoglu bi "Torosên spî" gef li gelê Wanê xwarin û gelê kurd ji gefan natirsê û wiha axaftina xwe domand: "Ji ber ku 400 wekîl dernexistin li hemberî kurdan şer dan destpêkirin. Hûn çeperên me yên demokratîk gel dibînin. Hewil didin kefyxweşiya me ji me re heram bikin. Wê demê em bi 7 wekîlan na bi 8 wekîlan bi 80 wekîlan na bi 100 wekîlan em dê vegerin. Serokwezîr bi gefan dengan dixwaze. Em ew deng bi keda xwe girtin. Aqilê wê dî salên 90'î de ma. Di nava 3 mehan de ji salên 90'î xirabtir kirin."

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN