DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Li Êlihê qursên şanoyê hat destpêkirin

27 Cotmeh
13:55 2015

ÊLIHA (DÎHA) - Navenda Çanda Mizgîn û Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê ji bo serdema 4'emîn a perwerdehiya şanoyê dest bi qeydan kir û qeydên şanoyê dê 10'ê mijdarê bi dawî bibe.

Navenda Çanda Mizgîn û Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê bi hev re dest bi perwerdehiya şanoyê dikin û qeydên şanoyê heta 10'ê mijdarê dê bidome. Welatiyên dixwazin perwerdehiyê bibînin dikarin li Mala Gel, Sînema Yilmaz Guney, Navenda Çanda Mizgîn û Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê qeydên xwe çêbikin.

Alîkara Hevşaredarên Êlihê Semra Guneş der barê qeydan de agahî da. Guneş diyar kir ku kesên ku temenê wan 15 û jê jor de dikarin qeyda we çêbikin û ev tişt anî ziman: "Em hewl didin derfeta ku ciwanên me karibin xwe îfade bikin diafirînin. Ciwanên temenê wan 15 û jortir dikarin qeydên xwe çêbikin û perwerdehiuya şanoyê bibînin. Em ê li gorî serlêdanan polan çêbikin."

Guneş anî ziman ku li gorî serlêdan û daxwazên xwendekaran ew ê li Malên Gel ên Musa Anter, Ahmet Kaya û Mehmet Sîncar perwerdehiyê bidin û wiha pê de çû: "Qursên me dê heta serdema 2016'an bidome. Di dawiya perwerdehiyê de em ê şanoyekê pêşkêş bikin. Ji bilî vê yekê em ê belgeya tevlîbûnê bidin xwendekaran."

(wk)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN