DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Baroya Rihayê ji bo hilbijartinan 100 parêzer peywirdar kir

 
27 Cotmeh
13:31 2015

RIHA (DÎHA) - Baroya Rihayê ji bo ku hilbijartinên 1'ê mijdarê bi ewle û şefaf pêk bê 100 parêzer peywirdar kir.

Baroya Rihayê têkîldarî hilbijartinên 1'ê Mijdarê li salona baroyê ya li edliyeyê civîn li dar xist. Gelek parêzer jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Rihayê di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ji bo hilbijartineke şefaf û ewle pêk bê zêdeyî sed parêzer peywirdar kirine.

Delebe madeyên 76'emîn û 95'emîn ên Makeqanûnê bi bîr xist û wiha axivî: "Ev made ji bo mafê mirovan û raseriya hiqûqê ye. Em ê ji bo hilbijartinek wekhev biparêzin hewl bidin. Em û hempîşeyên hevalên xwe em ê girtekên xwe bigirin û dema neheqiyek çê bibe dê hevalên me serî li me bidin. Kî be bila bibe dema yekî neheqiyek kir em ê wekî ku ev neheqî li hemberî me pêk hatiye bihesibînin. Ji bo hilbijartinek şefaf û ewle pêk bê me zêdeyî 100 parêzer peywirdar kir. Ji bo van parêzeran jî me qert derxistin."

(sde-msd/sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN