AKP li Kurdistanê bi pere û gef li pey dengan e
ÊLIH (DÎHA) - AKP ku ji ber polîtîkayên şerê qirêj li Kurdistanê rastî bertekên gel tê hewl dide bi pereyan dengan bistîne. Li gundê Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê AKP'yî mal bi mal digerin û beramberî kar an jî pere ji gel deng dixwazin.
AKP ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de li Kurdistanê têk çû û encamên hilbijartinê tune hesiband pişt re jî polîtîkayên komkujiyê li gelek bajarên Kurdistanê xiste meriyetê. Li gel ku li gelek bajarên Kurdistanê bi reya îlankirina rewşa awarte û hewldana veguhestina sindoqan AKP hewl dide rê li ber vîna gel bigire her wiha pêkanînên qirêj jî li ser gel ferz dike. Hate zanîn ku bi taybet li cihên ku ji HDP'ê re dengên bilind derketine, AKP'yê mal bi mal digerin û ji bo dengê xwe bidin AKP'ê gefa li welatiyan dixwin.
Li gundê Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê, hate îddîa kirin ku AKP'yî mal bi mal digerin û ji bo dengên xwe bidin AKP'ê teklîfa pere li gel dike. Her wiha hate gotin ku kesên bertek nîşanî vê yekê didin jî rastî gefan tê.
'AKP bi ser malan de digire'
Jina bi navê Sultan Coşuk a ku li gundê Kaniya Henê dijî da zanîn ku AKP li gund digere û bi teklîfa kar dengên gundiyan ji bo AKP'ê dixwaze. Coşuk got ku AKP'yî mal bi mal digerin û teklîfa pere li gundiyan dikin û kesên ku bertek vê nîşanî vê yekê didin jî bi gotinên "Eger hun dengê xwe nedin AKP'ê emê we ji gund bavêjin" gefa dixwin.
Coşuk diyar kir ku bi taybet hewl didin ku jin neçin ser sindoqan û got "Mêr di cihê jinan de deng didin AKP'ê.Jin vê qebûl nakin lê hevjînên wan zorê dide wan."
'Bi kîjan rûyê têne gundê me'
Jina bi navê Ayşe Bulat jî heman tişt anî ziman û got AKP'yî hewl didin bi pereyan dengan bikirin. Bulut da zanîn ku AKP'yî di heman demê de gef li gundiyan dixwin. Bulut bi gotinên "Bi kîjan rûyê têne gundê me" bertek nîşanî AKP'ê da û got çi dibe bila bibe ewê dengên xwe nedin AKP'ê.
(sy)