DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Bijîşken Geziyê: Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dengê xwe bidin HDP'ê

 
27 Cotmeh
09:05 2015

STENBOL (DÎHA) - Bijîşkên ku di berxwedana Geziyê de bi sedan birîndar derman kirin û ji ber vê helwestê rastî cezayên hikûmeta AKP'ê hatin ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê bang li herkesî kirin ku ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dengên xwe bidin HDP'ê.

Her ku hilbijartina 1'ê Mijdarê nêz dibe, piştgiriya derdorên cûda ya ji HDP'e re jî xurt dibe. Bijîşkên ku di berxwedana Geziyê de li Mizgefta Bezm-i Alem Valîde Sultan bi dehan birîndar derman kirin û ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bi sûcdariya ku "mizgeftê qirêj kirine" hedef hatin nîşan dan, piştgiriya xwe ya HDP'ê diyar kirin.

'Ji bo AKP têk biçe dengê min ji HDP'ê re'

Endamê TTB'ê bijîşk Alî Çerkezoglu diyar kir ku divê kapîtalîzm û nûnerê wê AKP û Qesr di 1'ê Mijdarê de têk biçe û wiha axivî: " Ji bo di 1'ê Mijdarê de AKP û Qesr têk biçe û gelên me biser bikeve ez dengê xwe didim HDP'ê."

'Ji bo ewlehiya can divê AKP biçe'

Yek ji endamê din ê TTB'ê bijîşk Nazmî Algan jî balê kişand ser polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê û got "Beriya her tiştî ji bo ewlehiya can divê AKP êdî biçe." Algan bang li gelan jî kir ku dengên xwe bidin HDP'ê.

Yek ji bijîşkan Aysegul Tozeren jî balê kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên cûdaxwaz û got "Ji bo gel qezenc bike dê tercîha me HDP be."
Bijîşk Pelîn Taşkiran jî bang li herkesî kir ku ji bo xwedî li maf û azadiya xwe derkevin di 1'ê Mijdarê de biçin ser sandoqan.

'Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê deng bidin HDP'ê'

Bijîşka diranan Fatma Încî jî diyar kir ku AKP pêşeroja Tirkiyeyê temsîl nake û ber bi pêşorojek tarî ve dibe. Încî jî ev bang li herkesî kir:" Dengê xwe bidin partiya ku dê Tirkiyeyê ber bi pêşerojek ronî ve bibe ango dengê xwe bidin HDP'ê."

(sy)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN