DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

HDP'ê banga xwedîderketina sindoqan kir

 
26 Cotmeh
16:43 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîn û gelek ziyaret li dar xistin û rastî piştevaniya hilbijêran hatin. Namzetên HDP'ê di ziyaretan da bi taybet li ser ewlehiya sindoqan rawestiyan û gotin divê hemû kes li hemberî hîleyan û lîstinên pêk tên xwedî li sindoqan derbikevin kirin.

AMED

Nazmzeta HDP'ê ya Amedê li navçeya Farqînê ya Amedê esnaf ziyaret kirin. Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekîner û gelek kesên din tevlî ziyaretê bûn. Ligel esnafan welatiyan jî eleqeyekî mezin nîşanî heyeta HDP'ê dan. Uca di ziyaretan de got "Em hemû bi hev re dê zûtir bigihijin armanca xwe. Li ser gelê me êrîşekî topyekûn heye."

Namzeta HDP'ê ya din Çaglar Demîrel jî li naçveya Bîsmîlê esnaf ziyaret kirin û guhdariya pirsgirêkên esnafan kirin. Demîrel li taxên Rojavva, Tekel, Sanayî û Akpinarê tevlî civînan bû. Namzetê din Îmam Taşçier jî li Hezroyê esnaf ziyaret kirin.

Namzetên HDP'ê ya Amedê Edîp Berk û Nesrîn Hîlal Şanli ji bo hilbijartina 1 mijdarê amedekarîyên xwe ye hilbijartinê bi serdana tax û gûndan didomin in. Bi namzetan re heyetek ku ji rêveberniya YNK'ê yên ji Başûrê Kurdistanê hatine tevlî xebatan bûn. Namzet û yên bi wan re di çarçoveya xebatan de gûndên Çarikli, Kabê û piştre jî derbasî navçeya Surê bûn. HDP'yiyan di gera xwe de esnaf û hemwelatiyan re hevdîtinan kirin, pir bi kêfxweşî hatin pêşwazî kirin. Namzetan ji hemwelatî û esnafan piştgirî xwestin.

MÊRDÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê HDP’ê lez daye xebatên xwe û ji gundan heta navenda navçeyê serdanên bi hilbijêran re didomîne. Parlementer û namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan ku pê re parlementerê berê yê DEP’ê Alî Yîgît, endamê PM’ê yê HDP’ê Nazim Kok, rêveberên HDP û gelek kes hebûn, çûn serdana gundên herema Omeriyan yên girêdayî Nisêbînê. Atalan û heyeta pê re çûn serdana gûndên Cibildîn, Xirbê Celal, Bamidê, Serêkaniyê, Çalê, Cibilgiravê, Talatê, Herbê, Cinata, Xerabêbava, Sitîlîlê û Hatxê û hilbijêran hatin cem hev. Atalan di serdana gundan de gul jî da dayik û jinan.

Di serdana gundan de welatî bi kêfxweşiyek mezin namzetên xwe pêşwazî kirin û dan destnîşan kirin ku ew her tim li cem partiya xwe bûne û dê ji niha şûn ve jî li cem partiya xwe HDP’ê cih bigirin û piştgiriyê bidinê.

‘Têkçûna AKP û qesrê bi serkeftina gel ve ye’

Atalan û heyeta pê re bi taybetî gorên gerîlayên PKK û HPG’ê yên di dem û cihên cûda de jiyana xwe ji dest dane yên li goristanên gundê Çalê û Talatê jî ziyaret kirin. Di serdanan de Atalan axivî û diyar kir ku hêviyên serkeftinê bi piştgiriya gel dê pêk were û got ku ew ê bi serkeftina gel desthilatdariya AKP’ê û şerê qesra Erdogan dê têk bibin.

Namzeta din a Mêrdînê Enîse Guneylî jî li navçeya Artukluyê xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam kirin.

Rêxistina HDP'ê ya Dêrîkê jî bi keyayên taxan re hatin cem hev û civîn li dar xisitn. Di civînê de Hevşaredara Dêrîkê Sabahat Çetinkaya xwest ku hemû kes li hemberî hîleyên li ser sindoqan pêk tên baldar bûn û xwedî li dengê xwe û sindoqa xwe derbikevin.

MELETÎ

Nazmetên HDP'ê yên Meletî jî bi heyeta pê re bi ruspiyên elewiyan û pîrên elewiyan re hatin cem hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî tevlî xebatê bû û got ku wê ji Amedê ji wan re silav anîn e. Nazmetan jî di axaftinên xwe de xewstin pîrên elewiyan piştgiriyê bidin wan.

Pişt re namzetê HDP'ê Aydin Erdogan li hin taxên navçeya Doganşehîr esnaf ziyaret kirin û li hin taxan lêkolîn kirin.

ÊLIH

Nûnertiya Komeleya Nivîskarên Kurd a Êlihê jî bi armanca piştgiriya xwe ji HDP'ê re aşkera bikin civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê HDP'ê Abdubarî Karaagaç jî tevlî civînê bûn. Nûnerê Komeleya Nivîskarên Kurd ê Êlihê Faysal Ozdemîr diyar kir ku ji bo ji polîtîkayên zex û zordariyan re bêjin rawestin ew dê piştgiriyê bidin HDP'ê.

(bd)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN