'Ji bo dadê dengê xwe bidin HDP'ê'
26 Cotmeh
									
										13:02
										2015
									
								STENBOL (DÎHA) - Meclîsa Plangerên Bajêr, Endezyar û Mîmaran, bang li herkesî kir ku ji bo aşitî, azadî, wekhevî û dadê dengên xwe bidin HDP'ê.
Meclîsa Plangerên Bajêr, Endezyar û Mîmaran, li Salona Civînê ya Cezayîrê daxuyaniya çapemeniyê dan û piştgiriya xwe ya ji HDP'ê re diyar kirin. Li ser navê Meclîsê Alî Mîrkan Konar daxuyanî xwend û got "Emê li hemberê bloka şer, bloka aşitiyê xurt bikin. Emê daxwaza aşitiyê ya gelan bînin ziman." Konar bang li herkesî kir ku ji bo aşitî, azadî, wekhevî û dadê dengên xwe bidin HDP'ê. 
(sy)

			
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							
							