DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Birîndarên 5'ê Hezîranê: Mirin jî nikare li pêş dengê me bibe asteng

 
26 Cotmeh
09:11 2015

AMED (DÎHA) - Hilbijêrên ku di mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de bi bombeyê birîndar bûn, diyar kirin ku dê di 1'ê Mijdarê de mirin jî nikare li pêşiya wan bibe asteng û dê teqes biçin ser sindoqê dengê xwe bikar bînin. Hilbijêrên birîndar bûbûn, ji her kesî xwest ji bo têkçûna hikûmeta AKP'ê ya şerxwaz teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe ji bo aştiyê bavêjin.

Li Tirkiyeyê di 7'ê Hezîranê de hilbijartina giştî pêk hat. Lê ji ber ku AKP bi serê xwe nebû îxtîdar Serokomar Erdogan ferman da û hilbijartin betal kir. Di 1'ê mijdarê de ji nûve hilbijartin pêk tê. Beriya hilbijartina 7'ê hezîranê jî li dijî HDP'ê gelek êrîşên çekdarî, bombeyî û qirkirina siyasî pêk hat. Niha jî dîsa tîmên taybet polîs, DAIŞ li dijî HDP'ê bûne yek û dest bi êrîşan dikin. Bi ser malan de digirin, endam û rêveberên HDP'ê û DBP'ê binçav dikin û digirin. Hilbijêrên ku di mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê de bi bombeyên çeteyên DAIŞ'ê birîndar bûn, diyar kirin ku ew dê dîsa teqes biçin ser sindoqan û ji hemû kesan xwest biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.

'Em çawa di 7'ê hezîranê de çûn ser sindoqan êmê di 1'ê mijdarê de jî biçin ser sindoqan'

Jina 39 salî Mehtap Yel a di teqînê de ji pî û laşê xwe birîndar bû, anî ziman ku êrîşa li hemberî mitînga HDP'ê pêk hat hovitî bû û wiha got: "Tevî ku piyên mi di alçiyê de bû jî min dengê xwe bikar anî. AKP bi êrîşan dixwaze gel bitirse û nehêle biçe ser sindoqan. Emê heta dawiyê li xwîna xwe, dengê xwe û sindoqên xwe xwedî derbikevin. Gelê me ji bo xwîna ku tê rijandin divê biçe ser sindoqan û li dengê xwe xwedî derbikevin. Bê çawa em di 7'ê hezîranê de çûn ser sindoqan û me dengê xwe bikar anî emê di 1'ê mijdarê de jî bi serbilindî biçin sindoqan û em ê serkeftinê bînin. Divê Erdogan baş bizanibe ku kurdan ew di 7'ê hezîranê de nekir serok dê di 1'ê mijdarê de jî neke serok."

'AKP dixwaze bi komkujiyan reya sindoqan ji gel re bigire'

Birîndarê teqîna 5'ê Hezîranê Cahît Oralê 39 salî ku hêj platîn di piyê wî deye jî destnîşan kir ku AKP dixwaze bi komkujiyan û tirsê rêya sindoqan li pêş gel bigire. Oral, destnîşan kir ku gel dê li dijî bombeyan bê tirs biçe ser sindoqan û wiha got: "Ez çawa di 7'ê hezîranê de çûm ser sindoqan ezê wisa di 1'ê mijdarê de jî biçim." Oral gotinên Serokwezîr Davutoglû ya ku li Wanê gotibu, 'Heke ku AKP ji desthilatdariyê bê daxistin, dê toros têkevin meriyetê' bi bîr xist û wiha berdewam kir: "Gotinên wî hemî gef in û gel ji bombe û gefan natirse. Erdogan hilbijartina 7'ê hezîranê tûne hesiband. Erdogan bi pratîkên xwe dibêje 'Heke hûn 400 parlementeran nedin min û hûn min nekin serok, ezê we qetilbikim' Gelê me di salên 90'î de li gel zilma torosan çûn dengên xwe bikar anîn. Îro jî li hemberî êrîşên Ford Rangeran û bombeyan dê gel biçe dengên xwe bikar bîne. Dengek jî dengek e divê hemî kes biçin dengên xwe bikar bînin."

'Tevlî nexweşiya xwe ezê ji şer re bêjim edî bes e'

Birîndarê 5'ê hezîranê Vahîbe Yel ê 40 salî ku hestiyê pişta wî şikestin jî bertek nîşanî Erdogan da û wiha got: "Erdogan çi ji me dixwaze? Ez ji bo ku ji şerê qirêj yê AKP'ê re bêjim êdî bese biçim dengê xwe tevlî ku ez nikarim bimeşim bikar bînim. Li gel hemî êrîşan ez dixwazim ku gelê me biçe dengê xwe bikar bîne."

'Komkujiyan bînin ber çavên xwe û biçin ser sindoqan'

Birîndarê 5'ê hezîranê OrhanTokar ê 28 salî ku 13 caran emeliyat bû jî bal kişand ser êrîşên ku li ser HDP'ê û HDP'iyan pêk tê û wiha got: "Gelê me gelek komkujî dîtin dê hew ditirsin. Divê gelê me komkujiyan bînin ber çavên xwe û ji bo aşitiyê biçe ser sindoqan. Dixwazin bi bombebaranan gel bitirsînin lê gelê me roja 1'ê mijdarê bi hemî hêza xwe dê biçe ser sindoqan."

(kom/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN