DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojeva Hilbijartinê

Maratona hilbijartinê ya HDP'ê didome

 
25 Cotmeh
22:56 2015

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi nêzîkbûna hilbijartina 1'ê Mijdarê re HDP'ê jî lez dan xebatên hilbijartinê. Namzet û rêveberên HDP'ê li gelek bajar, navçe û taxan kolan bi kolan digerin û li dijî kuştin, girtin, şer soza aştî, demokrasî û aramiyê didin welatiyan.


Namzetên wekilên HDP'ê li Amed, Riha, Dîlok, Semsûr, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Bêdlîs, Wan, Colemêrg û Meletiyê xebatên hilbijartine berdewam kir.

AMED

Wekîl û namzetên HDP'ê yên Amedê li navçeya Peyasê bi girseyek mezin buroya hilbijartinê vekir. Wekîl û rêveberên HDP'ê li Erxanî jî gundên Gisgis, Sincik, Zimek, Zirakî, Xidiranî û Salihliyê ziyaret kir.

DÎLOK

Namzetên HDP'ê li Dîlokê jî li avahiya HDP'ê ya navçeya Şahinbeyê civina gel pêk anî. Dîsa li taxa Karayilan a Şahînbeyê civîna gel pêk anîn. Namzetan herî dawî li taxa Golluce civîna gel pêk anîn û li pirsgirêk û daxwazên gel guhdar kirin.

Wekîlên HDP'ê Komeleyên Piştevaniya Perwarê û Koleleya Piştevaniya Dihê ziyaret kir.

SEMSÛR/RIHA


Wekilên HDP'ê li navçeya Kolikê ya Semsûrê jî li salona dahwetê civîna gel pêk anîn.

Wekilên HDP'ê yên Rihayê jî taxên li navçeya Eyyubiye ziyaret kir. Wekîl, namzet û rêveberên HDP'ê li nava gel geriyan û bernameya xwe bi gel re parve kirin. Wekîlên HDP'ê li gundên Sêweregê jî geriyan û welati ziyaret kirin. Dîsa li taxa Sirrinê komeleya Elewiyan ziyaret kirin û beşdarî şahiya aşûrê bûn.

ELIH/MÊRDÎN

Wekil, namzet û şaredarên HDP'ê li Êlihê jî 17 endamên meclîsa şaredariyê yên ji peyvirê hatin dûrxistin ziyaket kirin.

Wekilên HDP'ê yên Mêrdînê jî li gundên Kevirşîn, Xanûk Rebetê welatî ziyaret kirin. Wekîlan li taxên Midyatê jî welatî ziyaret kirin û xebatên hilbijartinê meşandin.


MELETÎ

Namzetên HDP'ê yên Meletî jî Cemiyeta Rojnamegerêvan a Meletî, taxa Dabakane û esnafên kolana PTT'ê ziyaret kirin.
Dîsa Odeya Endezyarên Çandiniyê û Navenda Giştîya Çanda Hacı Bektaşi Velî ziyaret kirin. Li aliyê din wekîlan taxên Hekimhan, Kuluncak, Çormu, Alvar, Bicir, Konaktepe û Başorenê jî ziyaret kir û li daxwazên gel guhdar kirin.

SÊRT/WAN


Wekilên HDP'ê yên Sêrtê jî li navçeyên Hawêl, Weysil Qeranî ziyaret kir û bi gel re hatin cem hev. Wekîl û namzetên HDP'ê yên Wanê jî li taxên İskele û Abdullah Gazî, û taxên Adir, Tewledên, Xicişk, Amik Êranî, Ponzês, Eyanis Norewans, Dirbo û Pirgaripê ziyaret kirin û li welatiyan guhdar kirin. Li navçeya Artemêtan jî buroya hilbijartinê vekirin.

Şaredariya Wanê jî ji ber Rojiya 12 îmaman a Muharremê aşure belav kir.

COLEMÊRG/BÊDLÎS


Wekil, namzetên HDP'ê û rêveberên DBP'ê yên Colemêrgê jî gundên li Geliyê Zapê geriyan û welatî ziyaret kirin. Wekîlên HDP'ê li gundên Xezekiya, Geliyê Doskî, Çemê Ezu, Dêzê, Kehê ziyaret kirin.

Wekilên HDP'ê yên Bêdlîsê jî li navçeya Norşên û gundên Bizatun, Sêz , Mişka û Çavkis, Miştaxê ziyaret kir.

Di ziyaretan de wekîl, rêveber û namzetên HDP'ê û DBP'ê bi coşek mezin û siloganên "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin. Wekîlan bi gel re sohbet zirin, li daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kirin û soza aştî, demokrasî û aramiyê dan gel.


(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN