Demîrtaş: Em dê di 1'ê Mijdarê de biçen serkeftinê
STENBOL (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, li Şîşliyê bi ciwanan re hat cem hev û diyar kir ku wan di 7'ê Hezîranê de AKP ji îxtîdarê xist û dê di 1'ê Mijdarê de biçin serkeftinê. Demirtaş, destnîşan kir ku wan xwest bi sermayeya kesk dewletê ava bikin, lê ciwanan ev yek astang kir û wiha got: "Em dê di 1'ê Mijdarê de bêtir bi hêz bibin û biçin serkeftinê. Em dê li dijî neteweya yekparêz civaka pir rengî û pir dengî ava bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navenda Çandê ya Bajar a Şîşliyê bi ciwanan re hat cem hev. Wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Sezai Temelli, Garo Paylan û namzeta HDP'ê Şerife Erbay amade bûn. Demirtaş û wekîlên HDP'ê ji aliyê ciwanan ve bi çepik û siloganên "Bijî Serok Apo" û "Tirkiye bi te rûmetdar e" hat pêşwazîkirin. Li salona ku civîn pêk hat pankarta "Ji Înadê re ciwan ji înadê re HDP hat vekirin. Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP'ê jî beşdarî civînê bûn. Li salonê girsê siloganên "Heq û Hiqûq dê bi HDP'ê were", " Bijî berxwadane Kobanê" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kir.
Namzeta HDP'ê ya Stenbolê Şerife Erbay, diyar kir ku dê ji bo şehîdên şoreşê aştiyê bînin û dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Piştî Erbay ciwanan fîlmê "Fareli Koyun Dombiricisi" dan temaşekirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş jî diyar kir ku wan di 7'ê Hezîranê de AKP ji îxtîdarê xist û dê di 1'ê Mijdarê de biçin serkeftinê. Demirtaş, destnîşan kir ku wan xwest bi sermayeya kesk dewletê ava bikin, lê ciwanan ev yek astang kir û wiha got: "Em dê di 1'ê Mijdarê de bêtir bi hêz bibin û biçin serkeftinê. Em dê li dijî neteweya yekparêz civaka pir rengî û pir dengî ava bikin."
Demîrtaş, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê niha dixwaze xwe bi bombeyên zindî li ser piyan bihêle, lê ew armanc dikin ku hemû pirsgirêkên cîhanê çareser bikin. Demîrtaş, bal kişand ser hêza ciwanan û destnîşan kir ku ciwan dê bi hêza xwe ya cewherî di nava civakê de cih bigire û pêşengiya civakê bike.
Demîrtaş, herî dawî ji bo aştiyek mayinde û demokrasiyê xwest her kes wekî namzetên wekîlan têbikoşe û xebata hilbijartinê bimeşîne.
Civîn bi kişandina wêneyên bîranênê bi dawî bû .
(mae)