DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Ji bo rêveberiya cewherî li CÛDÎ konsera mezin

 
25 Cotmeh
17:59 2015

CIZÎR (DÎHA) - Li Cizîrê di çarçoveya xebatên rêveberiya cewherî de li gelek taxan atolyeyên resîm, muzîk, şano û xebatên hunerê hatin destpêkirin. Li taxa cûdî ya Cizîrê jî bi tevlêbûna deh hezaran konser hat lidarxistin.

Li Cizîrê xebatên rêveberiya cewherî li gelek tax û kolanan bi xebatên çandê berdewam dike. Hunermendên Botan TEV-ÇAND û Navenda Çanda Mezopatma ya Stenbolê bi hevkariya hev li taxên Cudî, Sur, Nur û Yafesê ji bo du rojan atolyeyên muzîk, resîm, şano û xebatên hunerê dan destpêkirin. Hunermendên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin, li gel ciwan û zarokan wêne xêz kirin û stran gotin. Gel eleqeyek mezin nîşanî atolyeyan dan. Di saetên êvarî de jî li taxa Cûdî bi tevlêbûna deh hezaran konser hat lidarxistin. Konsera ku bi silogana "Em dê bi çanda azad jiyana azad ava bikin" pêk hat, ji aliyê ciwanên taxê ve hat parastin. Ciwanan derdorê konserê, ketin û derketina taxan parast û li ser welatiyên ku hatin qada Konserê lêgerîn kirin. Bi hezaran weladiyan li ber muzîkê govend gerand. Konser bi axaftina Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê dest pê kir. Konser dê bi tevlêbûna gelek hunermendan heta derengê şevê berdewam bike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN